Başak: Binpêkirina mafên mirovan di asta êşkenceyê de ye

Ji Şaxê Wanê yê TUHAY-DER'ê Kînyas Başak diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan êdî ji tecrîdê jî wêdetir e û gihîştiye asta êşkenceyê.

Ji rêveberên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) Kînyas Başak diyar kir ku li girtîgehên Wanê bi rengekî giran mafên mirovan tên binpêkirin.

Li girtîgehên Wanê binpêkirinên weke lêgerîna tazî, nedermankirian girtiyên nexweş, nedayîna pirtûk, kovar û rojnameyan heye.

Girtiyek ku berê li hucreyê dihate girtin ji aliyê 10 gardiyanan ve hate derb kirin û gelek girtiyên ji ber xwarinê bi jehrê ketine nehatine dermankirin. Ji TUHAY-DER’ê Kînyas Başak got ku dema dewlet û desthilatdarî bû yek zilamî li bajarên Kurdan bi navê Rewşa Awarte tecrîdek hate pêkanîn.

Başak diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîd ji derbas kiriye, gihişte asta êşkenceyê û got; "Hevalên li girtîgehan ji ber xwarinê bi jehrî dikevin, diçin heta ber mirinê lê mudaxleyî wan nayê kirin. Tevî ku raporên nexweşxaneyê yên girtiyên nexweş li girtîgehê heye nayên tedawîkirin. Yanî ev dewlet; kor, ker û lal bûye."

Başak bi domdarî got: "Ev êşkence spartî tecrîdê divê demildest bidawî bibe" û wiha domand; “Divê demildest hevalên me yên ku bedena wan mehkûmî mirinê hatine kirin werin berdan. Bi taybet zextên li ser hevalên me yên jin zêde bûne. Di nava 3 salên dawî de 30 hezar kes hatine destgîrkirin. Ji van 30 hezar kesî 8 hezar hatine girtin. Ji derveyî van yên hatine berdan jî bi şertê kontrola edlî tên berdan. Di rastiyê de ji bo yên bi şertê kontrola edlî hatine berdan jî derve weke girtîgehê ye."

DI RASTIYÊ DE BI SER MÎLYONEKÊ RE NE

Başak da zanin ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 300 hezar girtî hene û wiha got; “Li gel 290 hezar girtiyan, zêdetirî mîlyonan kesî bi şertê kontrola edlî ji derve girtî ne. Dema kontrola şertê edlî hate dayîn tu nikarî ji mal derkevî, nikarî kar bikî, tê wateya ku nikarî tiştekî bikî. Ev jî bi sera xwe rewşa girtîbûnê ye. Niha zêdetirî mîlyonek girtî hevalên me hene."