Baroya Mêrdînê ji bo krîza koçberan banga ‘lezgîn’ li NY’ê kir

Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê û Komîsyona Mafên Koçberan ji bo kirîza koçberan ya li ser sînorê Polonya-Belarûsê banga ‘lezgîn’ li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê û Komîsyona Mafên Koçberan têkildarê kirîza koçberan ya li ser sînorê Polonya-Belarûsê bang li Komîsertiya Bilind a Koçberan ya NY’ê kir ku ‘Biryara Rewşa Lezgîn’ bigire û destwerdana rewşê bike.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Hebûna jin, zarok û kesên bi temen ya di nava yên bi armanca penaxwaziyê neçarî koçberiyê bûne de û ji ber ku nikarin xwe bigihînin pêwîstiyên bingehîn ên mirovî, cidiyeta bûyerê radixîne berçavan.”

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

“-Ji bo koçberên ku li qada daristanî ya Polonya-Belarûsê mehsûr manî biryara rewşa lezgîn were girtin.

-Bi armanca ku koçber bikarin xwe bigihînin starekê bi dewletên pêywendîdar re hevdîtin werin kirin.

-Di aliyê gihandina alîkariyên mirovî ji bo qada ku koçber lê ne xebar werin kirin.

-Bi armanca birêvebirina xismetguzariyên ji bo dermankirina pirsgirêkên tendirustiyê yên kesên ku di ser rêya penaxwaziyê de ne xebatên pêwîst werin kirin.

-Ji bo ku di rasteya berpirsiyartiyên xwe yên navnetewî de tevbigerin bang li welatên endamê Yekîtiya Ewropa û welatên din were kirin.