Baregeha Zîlkan a artêşa Tirk hate bombekirin

Îro danê sibehê Baregeha Zîlkan a Başîka a artêşa Tirk a ser bi Mûsilê bi fûzeyan hate bombekirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin saet di 07:45’an de Barageha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker bi fuzeyan hate bombekirin.

Li gorî çapemeniya Iraqê tê gotin ku Baregeha Zîlkan bi 20 fûzeyan hatiye bombekirin.

Hinek çavkaniyên din jî radigihînin ku bi 8 fuzeyan baregeha leşkerî hatiye hedefkirin û 2 ji van li nava baregehê ketiye.

Li ser ziyanên canî û madî ti agayên zelal nehatine bidestxistin.

 Rêxistina Ehrar El Iraqî bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta dagirker bi temamî jis er xaka Iraqê neçin, wê nesekinin.