Baran: Divê piştgiriya Nobetên Edaletê were kirin

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran bal kişand ser Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan li çar herêman dane destpêkirin û banga piştgiriya nobetên edaletê kir.

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran diyar kir zexta li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe û ji bo malbatan jî ev dibe pêvajoyeke cezakirinê.

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran derbarê zextên li girtîgehên Tirk ji ANF’ê re axivî.

LI SER MALBATAN JÎ LÊGERÎNA BI TAZÎ TÊ FERZKIRIN

Baran diyar kir bi şewba koronayê re têkiliya girtiyan a bi malbatên wan re hatiye ber asta qetandinê, di demên dawîn de dema ku hevdîtinên rû bi rû hatine destpêkirin jî hevdîtin êdî daketiye 15 deqîqeyan û got “Dema ku malbat diçin serdanê metodên ku li ser malbatan tên kirin, dûrî rûmeta mirovayetiyê ne. Li hinek girtîgehan dema malbat diçin serdanê, li ser malbatan lêgerîna tazî tê ferzkirin.”

Baran diyar kir ku peywira pêşîn a saziyan ev e ku di warê hiqûqî de piştgiriyê didin malbatan û got “Ji ber mîsyona me, em binpêkirinên mafan ên li girtîgehê radigihînin raya giştî. Em hewl didin van tiştan têxin rojevê û wisa bikin ku kesên biryara vê zilmê didin jî bisekinin. Tekane rêya ku em karibin xwe bigihînin girtiyan, malbat û parêzer in. Saziya me nikare biçe hevdîtinê. Dema ku haya me jê çêdibe, em tevî platformên hiqûqê raporan amade dikin. Bi vî awayî pêşkêşî raya giştî dikin.”

DIVÊ PIŞTGIRIYA NOBETÊN EDALETÊ WERE KIRIN

Baran qala nobetên edaletê yên li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê kir û got “Malbatên girtiyên nexweş  nobetek dane destpêkirin. Divê her kes piştgiriyê bidin. Saziya me jî piştgiriyê dide malbatan. Ji bo ku dengê wan bigihêje raya giştî, ji destê me çi tê, em dikin. Em tevlî çalakiyên li her çar herêman dibin. Bi parêzerên di nav rêveberiya federasyonê û hevalên din ên di nav platfomên hiqûqê de, em aliyê mirovî û hiqûqî dikin rojev û ji bo ku daxwazên mafdar bi cih werin, em dixebitin.”

Baran diyar kir li ser girtiyan û malbatên girtiyan zext û şîddeteke psîkojîk heye û divê ev tişt ji aliyê raya giştî û saziyên civakî yên sivîl baş were dîtin û got “Li ser girtiyan hiqûq nayê pêkanîn. Di şertên normal de, dosyeyên ku mirov ji ber wê hatine girtin, wê biçin ser sergo. Desthilatdarî ji bo ku ev tişt neyê dîtin, li ser civakê krîzên sûnnî ferz dike. Ji bo krîzên sereke neyê dîtin, ji xwe re rêyeke din digere.”