Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek

Malbatên girtiyan, di çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, em jiyanê diparêzin" de bang li hemû malbatan kirin ku tevli çalakiyê bibin.

Li Amed û Wanê "Nobeda Edaletê" ya ji bo berdana girtiyên nexweş didome. Çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, em jiyanê diparêzin" a ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ve rojên şemiyan li avahiya ÎHD'a Stenbolê tê lidarxistin, vê hefteyê jî bi tevlîbûna gelek kesan ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de vê heftiyê jî li ser rewşa girtiyên nexweş hat rawestandin û hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.

Di çalakiyê de destpêkê Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin û ji ber vê li hev kom bûne û li çareyekê digerin.

'NE EM NE JÎ ZAROKÊN ME EM SERÎ NATEWÎNIN'

Çalakî paşê bi axaftina beşdaran a li kursiya serbest dewam kir. Destpêkê Fînce Akman, dayika girtî Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de axivî. Akman, girtî silav kirin û destnîşan kir ku tekane sûcê zarokên wan Kurdbûna wan e û got: "Ji zarokên me re gotin an hûn ê bibin Tirk an jî em ê serê we bieciqînin. Lê em tu carî serî netewandiye. Ne zarokên me ne jî em, em serî natewînin."

'BIBIN YEK EM Ê PÊŞÎ LI ZEXTAN BIGIRIN'

Akman, bi dû re bal kişand ser prisgirêkên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin. Akman bibîr xist ku ava germn nadin girtiyan û dema hevdîtina vekirî kêm kirine, kirine nîv saet. Akman bilêv kir ku li Girtîgeha Sîlîvriyê midûrê girtîgehê ji girtiyê bi navê Azad re gotiye "ez bi taybetî tayinî vira hatime kirine" û got: "Tahdeyê li girtiyan dikin. Girtiyê bi navê Azad jî ji ber ku li ber van tahdeyan rabûye lêxstine. Gardiyan îşkenceyê dikin. Em divê bibin dengê Azad. Di mehekê de 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Malbat hemû divê mil bidin milê hev du ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin. Em bibin yek em ê karibin dengê xwe ragihînin û pêşî li ber van zextan bigirin."

Piştre Hatîce Yildiz, dayika girtî Rûken Yildiz a di Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê de axivî û got: "Ez bang li rayedarên dewletê dikim. Keça min jî di nav de hemû girtiyên nexweş berdin."

Yildiz da zanîn ku keça wê niha bi tena serê xwe di odeyekê de ye û ji roja sirgûnî Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê hatiye kirin wê nedîtine.

'ZAROKÊN ME TÊN TECRÎDKIRIN'

Piştî Akman, Dilşat Ûbîc axivî. Ûbîc anî ziman ku ji bo tevahiya girtiyan li vira ne û got: "Zarokên me tên tecrîdkirin û îşkence kirin. Kurê min niha bi tena serê xwe di hcureyê de ye. Bila malbatên girtiyan hemû mil bidin milê hev du. Zarokên me tên îşkencekirin. Ji bo zarokên me, ji bo mafên xwe û ji bo xwe divê em bên cem hev du. Heya em deng ji xwe neynin dê cenaze ji girtîgehan derkevin."

GIRTIYÊN NEXWEŞ MEHKÛMÎ MIRINÊ TÊN KIRIN

Endamê Înîsatîfa Piştevaniyê ya Girtiyan Hidir Sabûr jî destnîşan kir ku kurê wî bi cezayê muebeda giran tê darizandin. Sabûr got: "Em jî welatiyên vî welatî ne. Di Qanûna Bingehîn de jî tê gotin ku li bara qanûnê her kes wekheev e. Di dema pandemiyyê de qanûnek çêkirin, lê girtiyên siyasî daxilî nav vê qanûnê nehatin kirin. Hem zarokên me bernadin hem jî bi ser de desteyek ava kirin. Ev deste gava bibêje 'ev li gor me ye' wê çaxê wan berdidin. Nêzî hezar heb girtiyên nexweş hene. Gelek mirov ji girtîgehan derxistin, lê girtiyên nexweş mehkûmî mirinê dikin."

 

Sabûr bang li malbatan kirin ku li hev kom bibin û got: "Bê şert û merc divê em li hev kom bibin û ji bo zarokên xwe çalakiyê li dar bixin. Ger eem bên cem hev du, dê paş de gav bavêjin."

BINPÊKIRINÊN MAFAN HERÎ ZÊDE LI GIRTÎGEHAN PÊK TÊN

Piştî kursiya serbest bi tevlîbûna Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû gotûbêjek hat lidarxistin. Gergerlîoglû anî ziman ku heya niha gelek kesan ji ber binpêkirin mafan serî li wî dane û piraniya van serlêdanan jî yên girtiyan e. Gergerlîoglû destnîşan kir ku bi taybetî jî serlêdanên têkildarî binpêkirina mafan tên.

Gergerlîoglû destnîşan kir ku Tirkiye di warê mirina girtiyan de li cîhanê di rêza duyemîn de ye û di warê girtiyên siyasî de jî li cîhanê di rêza yekê de ye.

Gergerlîoglû, bang li malbatan kir ku serî li hemû saziyan bidin.

Piştî Gergerlîoglû Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniya Girtiyan Ertan Çita jî axivî û destnîşan kir ku biryar girtine ku her hefte li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) çalakiyê li dar bixin û bang li malbatan kir ku tevlî vê çalakiyê bibin.

Çalakiya nobedê ya vê hefteyê pitî axaftinan bi dawî bû.