Banga li cerdevanên Sêgirkê: Xwedî li çand û welatê xwe derkevin

Gerîlayê HPG'ê Kato Sêgirkê beriya şehîd bikeve bang li gelê Sêgirkê bi taybetî kesên ji neçarî cerdevaniya dewletê dikin kir û got, "Cerdevanî ne çare ye. Xwedî li çand, exlaq, welat û axa xwe derkevin."

Gerîlayê HPG'ê Kato Sêgirkê beriya ku derbasî qadên Bakurê Kurdistanê bibe nêrînên xwe derbarê cerdevaniyê de ji ajansa me re anî ser ziman.

Gerîlayê HPG'ê Kato Sêgirkê ku di navbera 31'ê Cotmehê û 3'ê Mijdarê de, li herêma Botanê (Çiyayê Cûdî) di şer de şehîd bû, beriya derbasî qada Bakur bibe li ser cerdevantî û polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ji ANF'ê re axivî.

'LI GUNDÊ ME GELEK CERDEVAN HEBÛN'

Gerîlayê HPG'ê yê bi navê Kato Sêgirkê qala malbata xwe dike û bal dikşîne li ser mijara cerdevantiyê: "Sala 1993'an de li gundê Sêgirkê yê girêdayî Şirnexê hatime dinê. Sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bûm. Ez ê kêmekî qala malbata xwe bikim. Em li gund bûn, jiyana li gundan bi bexça û xwedîkirina ajalan tê nas kirin. Li gundê me gelek cerdevan hebûn. Sala ku ez beşdarî nava refên gerîla bûm 200 kes ji heman gundî dest bi cerdevaniyê kirin. Bi navê 'debara jiyanê' neçar man ku cerdevaniyê bikin. Dibêjin; 'Ji bo jiyana xwe ya malbatê em ê ji derveyî vî karî pereyan ji ku derê bînin'. Du birayên min jî bi karê cerdevaniyê ve mijûl in. Dibêjin; 'eger em vî karî nekin em nikarin jiyana malbata xwe bi rê ve bibin'. Tişta ku dihêle mirov bi vê yekê bihese perwerdeya tevgera azadiyê ye. Hinek tiştan analîz dike û  diyar dike ku dijmin rê li ber vê bêçaretiyê vedike. Dibêje 'ji derveyî cerdevantiyê hûn nikarin bijîn'. Birayên min ên ku bi karê cerdevaniyê mijûl dibûn bêçare bûn. Piştî min dev ji xwendinê berda ez car caran li şûna birayê xwe min li derdora gund karê çandiniyê dikir. Karê ku min dida meşandin li gund ajokariya teraktorê bû li gund û çi kar biketa ser milê min ji bo gundiyan min pêk tanî."

'CERDEVANTÎ NE ÇARESERÎ YE'

Gerîla Kato bangawazî li gelê Sêgirkê kir da ku dest ji cerdevantiyê berdin û xwedî li welatê xwe derbikevin. Kato di dawiya axaftina xwe de got, "Kar û barê ku me ji gel re dikir armanc ne tenê qezenckirina pereyan bû, lê belê manewiyata xwe hebû, bi axa xwe û çanda xwe ve girêdanbûn hebû. Mirov dema perwerdeya tevgera azadiyê dibîne pê dihese ku dema mirov kar li gund dike tê wateya dûrneketina ji çanda xwe. Di vê demê de, dema mirov li ciwanên Sêgirkê meyze dike bi rêya înternetê û telefonê ji çanda welatê xwe dûr ketine. Dijimin gelê Sêgirkê aniye vê astê ku nema xwedî li çanda xwe dekevin. Ji ber gelê Sêgirkê bi cerdevantiyê pir bandor bûye û pê tê naskirin. Her wiha gelê dijî rêxistinê tê naskirin. Îro dema mirov meyze dike kesê ku tên kuştin cerdevanên Sêgirkê ne. Ew kesê ku ji bo gelê xwe tevlî bûye û şehîd dikeve, lê belê dijmin berevajî vî tiştî dide nîşandan ji bo gelê Sêgirkê şaş bên naskirin. Ji ber vê yekê bi awayekî hovane tên ser gel û bi taybetî gundê Sêgirkê her derê gund dişewitîne. Dixwaze gund ji xwebûna xwe derxîne. Banga min li hemû Guyiyan e bi taybetî li gelê Sêgirkê ye ku xwedî li welatê xwe derkevin û tevlî nav refên azadiyê bibin. Dev ji cerdevaniyê berdin, ji ber cerdevanî nabe çareserî ji bo wan.. Ti hêzê nade wan, tenê wan ji çanda welat dûr dixîne. Tişta ku dawî ez ji bo ciwanên Sêgirkê bêjim ew e; xwedî li çand, exlaq, welat û axa xwe derkevin."