Banga ji Amedê: Em xwedî li berxwedana li Rojhilat û Îranê derkevin

Xebatên Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd berxwedana li Rojhilat û Îranê silav kirin û bang li hemû hêzên neteweya demokratîk kirin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Xebatên Tifaqa Kurdistanî li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat têkildarî berxwedana ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê ‘Polîsên exlaqî’ ve û li  gelek bajaran belav bû, daxuyaniyek da.

Xebatên Tifaqa Kurdistanî ji van partiyan pêk tê: "Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) ), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KDP-BAKUR, Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye."

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ve hat kirin. Metna çapemeniyê ya Kurdî ji aliyê endamê KDP-T'ê Ozan Karadaş û ya Tirkî jî ji aliyê endama Platforma Jinên Kurd Nesrîn Askar ve hat xwendin.

Aydenîz diyar kir ku li hemû cîhanê rejîmên faşîst û dîktator di serî de jinan hedef digirin. Aydenîz diyar kir ku qetlîamên li ser jinan li hemû cîhanê siyasî ne û got, “Komkujiyên li ser jinê yên ji aliyê zîhniyeta mêr a dewletê ve, bi taybetî li ser jinên Kurd ên li Kurdistanê zêdetir derdikevin pêş. Bûyera hem Emînî ya li Îranê hat qetilkirin û hem jî li ser sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê qetilkirina leşkera jin nîşan da ku pergala dewletê êrîşî jinan dike."

Aydenîz got, "Em weke Platforma Jinan û Xebatên Tifaqa Kurdistanî van qetlîaman bi tundî şermezar dikin. Em berxwedana li dijî vê meyla faşîst ku veguheriye serhildanê, silav dikin. Weke jin em ê serî li ber vê pergala serdest a mêr natewînin. Em ê paşve gav neavêjin, Em radigihînin ku em ê li her deverê cîhanê azadiya xwe bi rêxistin bikin û bi pêşxistina xweparastinê bersivê bidin.”

'BERXWEDANA HEVPAR WÊ JI BO GELAN Û JINAN RÊ VEKE’

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin, "Em êrîşên rejîma Îranê yên bi siyaseta ‘dewleta polîsên exlaqî’ li dijî berxwedana demokratîk yên li bajarên Rojhilatê Kurdistan û metrepolên Îranê piştî qetilkirina Emînî belav bûye û dewam dike, bi tundî şermezar dikin. Û em ji mudexeleya li hember vîna jinê re dibêjin ‘Na’.”

Di daxuyaniyê de berxwedana ku bi pêşengiya jinan veguherî serhildaneke mezin, hat silavkirin û ev tişt hat gotin: “Em kesên di encama êrîşa rejîma ‘Polîsên Exlaqê’ ya li ser xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û ji 200 birîndaran re jî ku jin û zarok jî di nav de ne, şifaya lezgîn dixwazin. Divê demildest bi sedan çalakvanên di çalakiyan de hatine destgîrkirin bên berdan.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

"Destê xwe li ser vîna jinê bikişînin. Bêexlaqiya xwe wekî 'exlaq' li ser jin û civakê ferz nekin. Jin ger dixwazin serê xwe vekin an jî bigirin ew bi tevahî biryara vîna jinê ye. Em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê îradeyê bigirin. Ti hêz û desthilatdarî mafê wan yê mudaxeleyê vê vînê bike tune ye. Em bang li jinan û gelan dikin ku li dijî zîhniyeta serdest a faşîst, zayendîparêz, mîlîtarîst ku vîna hemû jinan û gelan paşguh dike, têkoşîneke rêxistinî bikin.

Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye ku jin li dijî rejîma nijadperest a Îranê bi awayekî aktîf cih digirin. Em wekî Xebatên Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd piştgiriyê didin serhildanê û bang li hemû hêzên neteweya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Bêdengiya li hemberî van êrîşan, wê cesaretê bide rejîma Îranê ku zêdetir jinan û azadîxwazên neteweyî qetil bike.

Ev berxwedana hevpar wê hem ji bo pêşxistina demokrasiyê li Tehranê hem jî ji bo nefesdayîna gelê Kurdistanê bibe xwedî encam. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a li ser armanca azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê wê rê li ber destkeftiyên mayînde veke. Werin em piştgiriyê bidin têkoşînên hevpar ên dînamîkên azadî û demokrasiyê yên netewî. Û em ji rejîma 'polîsê exlaqî' a Îranê re bêjin 'raweste'.

Em bang li saziyên navneteweyî, bi taybetî NY, YE’yê dikin ku li dijî rejîma Îranê ku bi zagon û polîtîkayên nijadperest, zayendîperest yên zextê dijminatiya jin û gelan dike helwestek xurt nîşan bidin.