Balafirên şer Amêdiyê bombe kirin: 3 sivîl birîndar bûn

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundekî girêdayî Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe kirin, 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên şer ên Tirk gundê Spindar a girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombe kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, 3 kes birîndar bûn. Têkildarî rewşa birîndaran agahî nehatin girtin.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîlan dikin hedef. Di dawiya meha Hezîranê de di encama êrîşa esmanî ya li devera Kortek a Qendîlê de 3 sivîl hatin qetilkirin, 5 jî birîndar bûn.