Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên nexweş

Lê bajarên ji bo girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin. Bi boneya 25’ê Mijdarê bal kişandin ser jinên girtî yên nexweş.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 557’emîn a çalakiya “Rûniştina F” ku balê dikişinin ser rewşa girtiyan li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Eylem Baş a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Di çalakiya ku malbatên girtiyan tevlî bûn de gelek parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dan. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate hilgirtin de, çalakvanan her tim dirûşmeyên “Bila Eylem baş bê berdan” , “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berz kirin.

Yolerî, qala rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Eylem Baş kir û wiha got: “Di girtina wê ya 18 salan de gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê pêş ketin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di nava mehekê de 5 kîlo dane û bi awayekî zêde bêhal dibe.”

Yolerî, bi bîr xist ku bijîşkê girtîgehê ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên Baş dijîn gotiye divê tedawî demildest bê destpêkirin û wiha got: “Baş ji bo bikare derkeve hevdîtina malbat û parêzeran qasî ku serûmê bidinê bêhal dibe lê tevî vê yekê jî pirsgirêkên dema sewqa nexweşxaneyê derdikevin nayên çareserkirin. Di mijara teşhîskirina teşhîskirin û tedawîkirina nexweşiyan de tu pêşketin çênabe.” Yolerî, bal kişand ser pirsgirêkên ku dema Baş sewqî nexweşxaneyê tê kirin dikişine û anî ziman ku dema Baş îtîrazî van pirsgirêkan kir wê nabin nexweşxaneyê.”

Dûre kekê Baş, Ozgur Baş ê mafê axaftinê girt jî wiha got: “Rewşa tenduristiyê ya Eylemê her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe eger dereng bê mayîn wê encam gelek nebaş bin. Divê demildest tedawiya Eylemê bê destpêkirin.”

Yolerî herî dawî destnîşan kir ku divê Baş û hemû girtiyên din ên nexweş bên berdan û banga hestiyariyê li rayedaran û rayagiştî kir. Yolerî soza Wezîrê Dadê ya Bekîr Bozdag a têkildarî girtiyên nexweş de bi bîr anî.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 429'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî, bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş. Daxuyanî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin û pankarta "Dermankirin maf e, nayê astengkirin, girtiyên nexweş divê bên berdan" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî û binpêkirinên mafan ên jinên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin vegot.

Çevîrmen anî ziman ku jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û hemû mafên girtiyên jin hatine astengkirin. Çevîrmen da zanîn ku derbarê wan wezîfedarên dewletê ku astengî û tundiyê derdixin de tu ceza nayê sepandin û naxin ber lêpirsînê. Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehên li herêma Anatoliya Navîn 37 girtiyên nexweş ên jin hene û agahiyên derbarê wan de parve kir û got her ku diçe rewşa van girtiyên jin ên nexweş dijwartir dibe. Çevîrmen destnîşan kir ku divê tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û divê girtiyên nexweş ên rewşa wan dijwar demildest bên berdan.

ÎZMÎR

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Îzmîrê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên jinên girtî. Parazvanên mafên mirovan ên li ber Sûmerbanka berê hatin cem hev, dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin û pankarta "Bila girtiyên nexweş nemirin” hat vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk û malbatên girtiyên ku Nobeda Edaletê didomînin jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Cemîle Karakaya diyar kir ku têkoşîna xwişkên Mîrabal a ji bo mafên mirovan ji bo parêzvanên mafên mirovan û tevgerên jinan ên li cîhanê sembol e. Karakaya îşaret bi girtîgehên ku rûyê nedîtî yên tundiya li ser jinê ne, diyar kir ku qelebalix zêde bûne, muameleya xerab û êşkence zêde bûne, mirinên bi guman ên bi navê întîxar hene, ferzkirina lêgerîna tazî jî zêde bûye.

Karakaya bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Li her qadên jiyanê ne tenê rojek, her roj ew edaletê daxwaz dikin. Wê têkoşîna jinan bi ser bikeve û zîhniyeta mêrane têk here.”

Karakaya rewşa nexweşiya girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan parve kir.

Navên girtiyên nexweş ên jin wiha ne: Esmer Ayaz, Hayriye Yagbasan, Remziye Yardimci, Aygul Kapçak, Aynûr Eplî, Betul Aygun, Aynûr Başaran, Bahar Erturk, Demet Şahîn, Hanse Bulut, Fîgen Şahîn û Gulser Ozbay.