Bakirhan: Wê li pêşberî dîrokê hesab bidin

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan diyarkir ku ewê polîtîkayên cihêkar ên desthilat ya li hemberî partiyan ji bîr nekin û da zanîn ku yên van pêkanînan dike wê li hemberî dîrokê hesab bide.

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derê ne" çûn Osmaniyê. Bakirhan û Beştaş, di çarçoveya kampanyayê de li avahiya HDP'ê ya navçeya navendî ya Osmaniyê bi gel re hevdîtin kirin. Parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz û endamên Desteya Rêveber a Navendî û Meclîsa Partiyê yên HDP'ê û gelek kes tevlî hevdîtinê bûn. Partiyiyan bi çepik û dirûşmeyan heyetê pêşwazî kir. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî Hevseroka HDP'a Osmaniyeyê Alî Coşkûn axivî.

‘Cihêkarî nîşan dide ku li Tirkiyê demokrasî nemaye’

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku kurdên li Osmaniyey bi êrîşine mezin re rû bi rû mane û Osmaniye çi qas bajarê gelên din be, ew qasî jî bajarê kurdan e jî. Beştaş, bal kişand ser kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" û anî ziman ku partiya wan li her derî têdikoşe. Beştaş kuştina Denîz Poyrazê bibîr xist û bilêv kir ku dewlet kujeran ceza nake. Beştaş, ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin jî bilêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazine mafdar in û xwest bên qebûlkirin. Beştaş bertek nîşanî polîsan da ku qada hevdîtina bi gel re girtin û diyar kir ku midûriyeta polîsan a Osmaniyeyê bi kêfî û cihêkarî nêzî HDP'iyan dibe û got: "Hûn mecbûr in vî gelî nas bikin. Ev cihêkarî nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî nemaye."

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku HDP ji bo cihêkarî bi dawî bibe têdikoşe û li vî welatî yên cihêkariyê dikin AKP û MHP ne. Beştaş wiha pêde çû: "Em HDP'î ne, li her derî ne. Em ê li her derî bin."

 ‘WÊ GELÊ KURD NEYÊ TEPISANDIN’

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan jî bertek nîşanî pêkanînên polîsan da û anî ziman ku gelê Kurd ne bi cezayan û ne jî bi pêkanînên antîdemokratîk nayê tepisandin.

 'EM Ê NEHÊLIN PARTIYA ME BÊ GIRTIN'

Bakirhan doza derbarê girtina HDP'ê de jî bibîr xist û got: "HDP gel e, HDP serî antewîne. Em tenê ne dîwarê partiyekê ne. Dibe ku navê partiyê biguhere, lê gel li vir e. Em ê nehêlin partiya me bê girtin. Em ê xwedî li partiya xwe derkevin."

 Bakirhan, destnîşan kir ku gelê Kurd doza mafên xwe yên sereke dike û got: "Ew dirizin, em bilind dibin. Em ê bi ser bikevin."

 Piştî axaftinan çalakiya heyetê ya îro bi dawî bû. Heyet dê sibê biçe Hatayê.