Ayşe Gokkan nehate berdan

Serokê dadgehê ku biryara êrîşê li ser parêzeran da, biryara domandina girtina Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan da.

Rûniştina 22yemîn a doza ku Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi îdîayên "rêvebiriya rêxistinê kiriye” û “endama rêxistinê ye” tê darizandin li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.

Di rûniştinê de ku gelek aktîvîstên TJA’yê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn, malbat, parêzer, beşdar û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji aliyê dadger ve ji salonê hatin derxistin.

Li ser vê yekê polîsan êrîşî beşdar, parêzer û malbatê kirin. Di heman demê de polîsan xwest ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkan destgîr bikin. Her wiha xwişka wê Mihrîcan Gokkan ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Rûniştina dozê tenê bi beşdariya parêzeran berdewam kir. Parêzeran parastina miwekîla xwe Gokkan kir û xwestin were berdan. Dadgehê daxwaza berdanê red kir û biryara domandina girtina Gokkan da û danişînê taloqî 20'ê cotmehê kir.