Aydenîz: Ji bo şikandina tecrîdê em dimeşin Gemlîkê

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê îro veguheriye şêweya rêveberiya Tirkiyeyê û banga tevlîbûna meşa Gemlîkê ya roja Yekşemê kir.

Beriya Meşa Gemlîkê ya ku bi mebesta balê bikşînin ser şert û mercên tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîzatora meşê Hevseroka Rêveberiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji ANF’ê re axivî.

Aydenîz diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê dest pê kiriye îro bûye şêwaza rêveberiya Tirkiyeyê. Aydenîz, bi bîr xist ku bêhiqûqiya tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ku di sala 1999'an de dest pê kir, ji sala 2015'an û vir ve hîn kûrtir bûye. Aydenîz, anî ziman ku bi hinceta ‘Keştî xirabe ye’, ‘Rewşa hewayê xirab e’ hevdîtin li gel parêzer û malbatan hatiye astengkirin û her wiha niha 6 mehan carekê cezayên dîsîplînê yên keyfî tên birîn. Aydenîz da zanîn ku sazîbûna faşîzma di rejîma yek zilamî de û kûrbûna krîza aborî ji nêz ve bi tecrîd û xitimandina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û got, "Divê em kesên ku berdêl dane ji bîr nekin. Yên ku di warê siyasî û aborî de nikarin tiştekî bidin civakê, tenê xala ku di destê wan de maye ji bo domandina vê hêzê polîtîkaya şer e û ev polîtîka li ser polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.”

 ’TECRÎD ÇIQAS BÊ KURKIRIN, POLÎTÎKAYÊ ŞER JÎ EWQAS DIJWAR DIBE’

Aydenîz da zanîn ku li gel şert û mercên tecrîdê yên girankirî jî, Ocalan hewl dide hemû derfetan ji bo avakirina demokrasî û aştiya civakî bi kar bîne û got ku mînaka herî berbiçav a vê yekê di pêvajoya diyalogê de bi zelalî tê dîtin. Aydenîz anî ziman ku perspektîfa Abdullah Ocalan ne tenê ji Tirkiyeyê re, ji bo mafên Rojhilata Navîn û cîhanê jî alternatîfek pêşkêş dike û got, ev perspektîf herî zêde di Şoreşa Rojava de tê jiyîn û pêk tê. Aydenîz, da zanîn ku têkoşîna li dijî tecrîdê dê bingehê derketina ji kaos û krîzên ferzkirî jî biafirîne û wiha got: “Dema me got tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav dibe, me îşaret bi xala îro em gihêştine kir. Tecrîda ku ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû êdî li ser hemû kolan, tax û qadan weke dorpêçekê xuya dike. Ji ber ku tecrîd çiqas kûr bibe, siyaseta şer jî kûrtir dibe. Ev jî dike ku krîzên piralî yên li welêt, bi taybetî jî krîza aborî, hîn dijwartir bibe. Ger rejîma yek zilamî û faşîzma ku hewl dide bi sazî bibe were astengkirin, divê pêşî hemû alî li ser şikandina qonaxa destpêkê yê têkoşînê ava bikin. Ji bo pêşî li vê meylê bê girtin, em roja Yekşemê bi dirûşma 'Li dijî polîtîkayên tecrîdê parastina azadiyê' ber bi Gemlîkê ve dimeşin û di vî warî de em ji hemû pêkhateyan piştgiriyê dixwazin."

‘LI BER ÇAVÊ GELÊ KURD TI QÎMETA SPEKULASYONÊ TUNE YE’

Aydenîz spekulasyonên dem bi dem der barê hevdîtina bi Îmraliyê re tên kirin nirxand û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi afirandina ferasetekê her tim hewl dide civakê konsolîde bike. Aydenîz amaje bi wê yekê jî kir ku têgihiştinên bi vî rengî li ber çavên gelê Kurd ti pêbawerî û bandorek wan nîne û got, “Di encamê de Îmralî girtîgehek di destê dewletê ye. Dikarin hevdîtin bikin, lê belê ya girîng di vir de helwesta Birêz Ocalan e û tu carî ev helwest li gorî berjewendiyên dewlet û partiyê ne diyar e. Her tim têkoşîn û berxwedana xwe li gorî berjewendiyên gel diyar dikir. Gelê Kurd vê perspektîfa Birêz Abdullah Ocalan baş dizane û her wiha dizane ku yekane cihê ku ev hêza îro meşrûiyeta wê nîne, dijminatiya Kurdan, polîtîkayên şer û tecrîdê esas digire. Ji ber vê yekê spekulasyonên bi vî rengî di çavê raya giştî de tu bersivê nadin." Aydenîz, anî ziman ku şer bi tecrîdê re weke navgîneke mayîndekirina desthilatdariyê tê mezinkirin û destnîşan kir ku ev konsepta şer a ku li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin û beriya niha gelek caran hatiye ceribandin, êdî fêde nake.

‘MUXALEFETA SEREKE BAWERIYÊ NADE’

Aydenîz, da zanîn ku helwesta hikûmetê ji polîtîkaya dewleta 100 salî cuda nîne û destnîşan kir, ku nûnerên vê polîtîkayê AKP-MHP'ê armanc dikin ku Kurdê azad bi temamî tasfiye bikin, bingeha demokrasiyê bi temamî ji holê rakin, rejîma yekzilamî û faşîzmê saz bikin û her wiha kesên di dema muxalefetê de xwe wek demokratan nîşan dan, dema hatin ser desthilatdariyê rûyê xwe yê rast eşkere kirin. Aydenîz anî ziman ku helwesta muxalefeta sereke ku îro li hemberî tecrîd û polîtîkayên şer bêdeng dimînin, ji bo pêşerojê gumanên cidî diafirîne û got: “Gelê Kurd ji bo ziman, çand û erdnîgariya xwe berdêlên ewqas giran dane. Heta ku ji siyaseta dewletê dernekeve ev pirsgirêk çareser nabe. Divê ev sîstem biguhere. Pirsgirêka demokratîkbûna komarê tenê bi gotinan nabe, ji bo vê jî gavên berbiçav hewce ne. Pêwîst e makezagon li ser bingehê hemwelatîbûna wekhev biguhere. Lê li aliyekê hûn ê li ser maf, hiqûq, edalet û azadiyan nîqaşekê ava bikin, li aliyê din jî hûn ê navnîşana gelê Kurd a ji bo pêşketina çareseriyê ji nedîtî ve bên. Ev jî nîşanî me dide ku niyeta wan a çareserkirina vê pirsgirêkê nîne û tenê bi dema xwe re hewl didin zemîna desthilatdariyê ava bikin. Gelê Kurd êdî ne li gotinan, li gavên berbiçav ên ku bên avêtin dinêre. Yanî hûnê herin li Amedê bibêjin 'rêya demokrasiyê di Amedê re derbas dibe', piştre hûn vegerin Enqereyê hûn ê piştgiriyê bidin polîtîkayên şer ên hikûmetê; Ji aliyekê ve hûn ê li dijî qeyûmê ku jê re dibêjin desteserkirina îradeyê, li aliyê din jî ji bo rakirina parêzbendiya wekîlên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, hûn ê dengê erê bidin. Gelê Kurd van polîtîkayên durû bi zelalî dibîne. Ji ber vê yekê, ew li benda gavên berbiçav ên pratîkî ne, ne bi gotinan."