Aydenîz: Çareserî bi vekirina deriyên Îmraliyê çêdibe

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz diyar kir ku çareserî bi vekirina deriyên Îmraliyê wê pêkan be.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di hevdîtina “Banga Demokrasiyê” de axivî  û bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got yekane çareseriya pirsgirêkan vekirina deriyê Îmraliyê ye.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêrê Wanê di çarçoveya hevdîtinên “Banga Demokrasiyê” de li Wanê bi rûspiyan re civînek lidarxist. Civîn li otelek yê bajêr hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û gelek siyasetmedar û rûspî tevlê civînê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn axaftina destpêkê kir û got tevî hemû zextan jî di pêvajoyek wiha de kombûyîna bi rûspiyan wana serbilind dike û wê têkoşîna xwe bidomînin.

Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Ozgur Zeydanoglu jî behsa rol û rista HDP’ê ya ji bo azadî, demokrasî û aştiyê kir û destnîşan kir ku bi her awayî muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 

Siyasetmedar Sirri Sakik jî anî ziman ku ew dikarin siyaseta Tirkiyê bi rûspiyan re biguherînin û di hilbijartina pêşiya wan de wê gelê Kurd pêşengiyê bike. Sakik destnîşan kir ku wê tu kes nikaribe serê gelê Kurd bitewîne û wê gelê Kurd serî li ber zilma îqtidarê qet û qet netewîne. Sakik diyar kir ku her roj li Tirkiyê li dijî neferên gelê Kurd êriş pêk tên û ferdên Malbata Dedeogullari jî ji ber Kurd bûn hatin qetilkirin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û bal kişande ser girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd û got tevlêbûna rûspiyan a li vê otelê bersiva herî watedar a ji bo yekîtiyê ye. Aydenîz anî ziman ku bi sedan sale ku îqtidar ango dewleta Tirkiyê hebûna gelê Kurd yanî nasname, çand û zimanê Kurdî înkar dike û Kurd êdî xwedî wê hejmarê ne ku dikarin biryara çarenûsa xwe bidin.

Aydenîz destnîşan kir ku di bin her krîzên li Tirkiyê diqewimin de pirsgirêka Kurd heye û got: “Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê tu pirsgirêk çareser nebe. Pirsgirêka Kurd heye. Em neçarin li dijî pergala yek zilamî yekîtiya têkoşîna xwe ya demokratîk ava bikin. Birêz Abdullah Ocalan bi perspektîfên xwe bingeha Tirkiyeyek demokratîk daniye holê. Ji ber vê yekê ku her roja ku diçe tecrîd kûrttir dibe. Dizanin wexta ku Abdullah Ocalan diaxive, demokrasî û azadî diaxive. Abdullah Ocalan di bin şertên tecrîd û êşkenceyê de jî bi rola xwe rabûye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê hefteyek wext xwest. Lê belê bi tu awayî nêzî daxwaza Ocalan nebûn. Berevajî vê yekê tecrîd hat kûrkirin. Tekane çareseriya hemû pirsgirêkan aştî ye. Çareseriya yekane, vekirina deriyên Îmraliyê ye. Çareserî ne Ewropa û Rûsya ye, çareserî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e.”

Herî dawî Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm danîn şûna wî bi rêya pergala dîmen ya onlîne tevlî civînê bû û axivî. Turk derbarê yekîtiya netewî ya Kurd de peyamên girîng da û anî ziman: “Siyaseta gelê Kurd çiqas mezin bibe, wê li her çar parçeyan jî bandorek mezin çê bibe. Modernîteya kapîtalîst, polîtîkayên lîberalîzmê ji bo ku siyaseta me negihîje meqseda xwe çi ji destên wan hat kirin. Lê belê em dizanin ku ev polîtîka tenê bi têkoşîna yekîtiya netewî dikare were pûçkirin.”

 Bernameya bi rûspiyan re piştî axaftinan bi dawî bû.