Aydar û Ehmedî ji bo geşkirina têkoşînê bang li gel kirin

Hecî Ehmedî û Zubeyîr Aydar serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin û ji wir bang kirin ku bi çalakiyan têkoşîn were xurtkirin.

Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Hecî Ehmedî, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Refîq Xefûr, di roja 63'an de serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.

Aydar, Ehmedî û Xefûr ji aliyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç û endamê KNK'ê akademîsyen Kardo Bokanî ve hatin pêşwazîkirin.

EHMEDÎ: DÎROKEKE NÛ DEST PÊ KIR

Endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Hecî Ehmedî di dema serdanê de axivî û diyar kir, berxwedêrên greva birçîbûnê di çareseriya pirsgirêka Kurd de demeke dîrokî dane destpêkirin. Hecî Ehmedî anî ziman, tecrîd wê bi berxwedanê bişikê û got, "Em pê bawer in ku ev çalakî wê bi ser bikeve."

AYDAR: CARA YEKÊ YE KU EWQASÎ DENG VEDIDE

Zubeyîr Aydar jî ragihand, tevî Strasboûrgê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û gelek deverên din rê li ber pêleke mezin a çalakiyan vekirine û li her cihî deng vedaye. Aydar bi bîr xist, endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd di dîrokê de gelek caran ketin greva birçîbûnê û destnîşan kir, cara yekê ye ku ewqasî deng vedide.

Aydar da xuyakirin, tevî piştgiriya heyî jî pêwîstî bi zêdekirina çalakiyan heye û got, "Divê em dengê van hevalên xwe bigihînin her derê. Pêwîste em beşên cuda yên civakê bixin nava liv û tevgerê. Bi vî rengî em ê karibin dengê wan bilindtir bikin û vê pêla berxwedanê mezintir bikin."

GEL BI YEKÎTIYÊ DIKARE TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKE

Aydar diyar kir, yekane tişta ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bê kirin ew e, ku ji bo serketina armanca wan, her kes bixebite.

Aydar bi bîr xist, di şexsê Ocalan de gelê Kurd hatiye tecrîdkirin û got, gel wê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rake.

KOÇ: HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN KOMKUJÎ NAQEDIN

Bi navê çalakgerên greva birçîbûnê jî Yuksel Koç axivî û diyar kir, ya ku çalakiya wan cuda dike, xwedîderketina gel e. Koç anî ziman, her roj tevlîbûnên nû li vê pêla berxwedanê dibe û anî ziman, gel zane ku tecrîdkirina Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê tê wateya komkujî û êrîşê. Koç diyar kir, heta ku tecrîd bi dawî nebe, êrîş û komkujiyên li parçeyên cuda yên Kurdistanê nasekinin.

Yuksel Koç diyar kir, di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, rewşa tenduristiyê ya gelek çalakgerên greva birçîbûnê li asta krîtîk e û bang gel kir ku berî dereng bimîne çalakiyên xwe zêde bikin.