Ayata yê ku di dema destgîrkirinê de îşkence lê hat kirin gilî kir

Reşat Ayata ku di "Meşa Mezin a Gemlîkê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê hat lidarxistin de hat destgîrkirin û rastî îşkenceyê hat, gilî kir.

Di 13’ê Hezîranê roja duşemê de kesên ku li navçeya Kadikoya Stenbolê kom bûn rastî êrîşa polîsan hatin.

Di êrîşê de 70 kes hatin destgîrkirin. Di nav wan de Reşat Ayata jî rastî êşkenceya polîsan hatibû.

Ayata, anî ziman ku polîsan dema wî destgîrkirine sere wî li wesayîta zirxî xistine û got ku ji ber darbeya xwariye serê wî xwîn jê çûye û bi wî halî destê wî kelepçe kirine û birine.

Ayata, diyar kir ku piştî hat destgîrkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê, li gel polîsan hatiye muayenekirin û 8 kêl li serê wî xistine.

Ayata, anî ziman ku tevî astengiya polîsan jî wî rapora derbkirinê ji bijîşkan girtiye û got, “Di dema destgîrkirinê de jî xwîn zêde ji serê min dihat. Digel vê yeke bi tu awayî bi min û heval Ronî re eleqedar nebûn. Em herdu jî birîndar bûn.”

Ayata diyar kir ku tedawiya wî hê jî didome û êşa wî zêde ye û wiha dewam kir: “Tevî parêzerên xwe min giliyê wan kir. Ez ê dev ji lêpirsîna vê êşkenceyê bernedim.”