Axîn Avaşîn a ku bû Bêrîtan!

Li Xakurkê min herî zêde navê wê dibihîst. Her kesî qala tiştekî têkildarî wê dikir. Xuya ye bi sekna xwe, bi hevaltiya xwe, milîtaniya xwe, bi çalakiyên xwe bandoreke gelekî kûr kiriye.

Piştî demeke dirêj, rêwîtiya min a li çiyayên Kurdistanê ji nû ve dest pê dike. Min gelekî bêriya çiya, rê, kenê gerîla û gerîla kiribû, ku careke din xwe digihînim wan. Rêwîtiya min a vê carê ber bi çiyayên Xakurkê ye, ku cih û warê Bêrîtanan, Axînan û Şiyaran e. Derdikevim ser serê çiyê, çaya wan a qaçax vedixwim û bîranînên wan didim hev. Ji yên weke wan jiyan e, li wan guhdarî dikim.

Li Xakurkê min herî zêde navê wê dibihîst. Her kesî qala tiştekî têkildarî wê dikir. Xuya ye bi sekna xwe, bi hevaltiya xwe, milîtaniya xwe, bi çalakiyên xwe bandoreke gelekî kûr kiriye.

Jê re eqş, dilsozî û hevrêtî jî dibêjin. Tu nas bike ya jî nas neke, hest, nêrîn, rêwîtî û jiyana me li dilê hevpar, li hevparetiya hest û ramanê digihêjin hev... Ev rê hemû niha bi navê wê tên bîranîn. Li ser giran, navê wê tê gotin. Navê wê li ser zimanê her hevalê/î ye.

Piştî 24 salan dîrok careke din li vî çiyayî dubare dibe. Keçeke Kurd a leheng jî dide ser şopa fermandar Bêrîtan. Dîroka berxwedanê, qîrîna teslîmnebûna li xiyanetê, careke din li çiyayên Xakurkê deng vedide. Qîrîna berxwedanê bangên teslîmiyetê pûç dike.

HEVRÊYÊN WÊ QALA WÊ KIRIN

Axîn Avaşîn (Bêrîvan Yardimci), di sala 1993'an de li gundê Meşkan ê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû.

Hevrêyên wê qala wê dikin:

"8 salan li dibistanên YÎBO yên dewletê perwerde dît, ku dewlet van dibistan mîna leşkergehê bi kar tîne û ciwanên Kurd li vir perwerde dikin. Li nava malbateke welatparêz, ku bi her awayî zext û zordariya dewletê dît, bi çand û dîroka xwe mezin bû. Li dijî polîtîkayên şîdetê û zextê yên dewleta Tirk, bi tolhildanê, bi şiyara 'Azadiya Rêbertî, azadiya Kurdistanê' di sala 2010'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ji bo wê kampa şervanên nû ya destpêkê, li cih û warê Bêrîtan, çiyayên Xakurkê bû. Di perwerdeya xwe ya şervanên nû de bi biryardarî hewl da Bêrîtan fêhm bike û bide ser şopa wê. Di vê çarçoveyê de tevlî nava karê pratîkî bû. Demeke dirêj di nava pratîkê de me. Gelek zehmetî dît. Lê belê ti carî jê neqeriya û bi rengekî fedayî zor û zehmetî li pey xwe hişt."

Hevrêyên wê qala pêvajoya rê li ber çalakiya Axîn vekir, kirin:

"Sala 2016'an bû saleke ku dewleta Tirk dest bi operasyonên tinekirinê û êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gelê Kurd û bajaran kir. Di vê salê de diviyabû lehengan xwe bidan der. Lazim bû bi rêbaza fedayî bersiv ji êrîşên tinekirinê re bihata dayin, teslîmiyet nehatibûya qebûlkirin û li ber xwe bihata dayin. Pêwîst bû destaneke mezin a lehengiyê bihata nivîsandin. Pêwîstî bi Bêrîtanbûnê hebû. Bi bersiva bi Bêrîtanî...

Di operasyona dewleta Tirk a sala 2016'an de, ku li herêma Şemzînanê kir, Axîn Avaşîn heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştî ku fîşekên wê qediya, mîna fermandara xwe Bêrîtan teslîm nebû, xwe ji zinarekî avêt û ber bi azadiyê ve beziya."

SOND DIXWIN

Hevrêyên wê sond dixwin ku wê îsal bikin sala mezintkirina têkoşîna Axîn Avaşîn û destnîşan dikin, ku bi şiyara 'Azadiya Rêbertî, azadiya Kurdistanê' wê sala 2017'an bikin sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd.

Piştî ku me ev biryardarî dît, di nava baranê de ji bo guhdarîkirina li bîranînên din, em li çiyayên Xakurkê dimeşin.