Avesta: Metirsiya herî mezin liv û tevgera PDK'ê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla, liv û tevgera PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û destnîşan kir ku divê PDK tavilê dest ji vê helwesta xwe berde.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji Stêrk TV re axivî û li gel tecrîdê, êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîla û piştevaniya PDK'ê ya ji bo dagirkeriyê nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de di şexsê Zîlan, Sema Yuce, Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Leyla Agirî de şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî û minet bi bîr anî.

Sozdar Avesta bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Gelê me ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî timî çalakiyan li dar dixe. Me jî di 12'ê Îlona 2020'î de dest bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' kir. Pêngav hîn jî dewam dike. Pêngavê bandoreke mezin kir. Pêngaveke di cih de ye. Em dibînin ku dewleta Tirk tecrîda li Îmraliyê girantir dike. Tecrîd dewleta Tirk ber bi felaketê, hilweşînê ve dibe. Tirkiye di nava krızê de ye. Krîzeke aborî, siyasî û civakî li Tirkiyeyê heye. Sedema vê jî kûrkirina tecrîdê ye."

Sozdar Avesta di çarçoveya pêngavê de grevên birçîbûnê yên li zindanan, Mexmûrê û Lavrîoyê tên lidarxistin silav kir û got, "Hevalên me yên li zindanan piştgiriyeke gelekî xurt dan pêngavê. Li gel gerîla mil bi mil pêngavê dewam dikin. Ev jî ji bo me tiştekî pîroz e." Sozdar Avesta diyar kir ku divê çalakiyên tên lidarxistin bên mezinkirin û got, "Dayikên girtiyan, Dayikên Aştiyê çalakiyan li dar xistin, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava û derveyî welat çalakî dewam dikin. Divê gelê me van çalakiyan dewam bike."

Sozdar Avesta anî ziman, ku ew ji hevalên xwe yên li zindanan li ber xwe didin hînî berxwedanê bûne û got, "Gele me, tevgera me û hevalên me yên li zindanan li dijî van êrişan hemûyan li ber xwe didin. bi vê wesîleyê careke din berxwedêrên li zindanan silav dikim. Girtiyên jin ên ku pêşengiyê ji berxwedanê re dikin, yek bi yek silav dikim."

'ÇALAKIYÊN GERÎLA, DEWLETA TIRK JI BINGEHÊ VE DIHEJÎNE'

Di dewama axaftina xwe de Sozdar Avesta bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve dewam dike. Sozdar Avesta berxwedana gerîla bi bîr xist û got, "Ev berxwedan moraleke mezin dide gel. Careke din hemû hevalên di nava pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê, Egîdên Botanê û li qadên din têdikoşin silav dikim, çalakiyên wan pîroz dikim. Me berê jî got, ev çalakî dewleta Tirk ji bingehê ve dihejîne. Hêzên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin afirandin û berê Kurd di bîrên asîtê de qetil dikirin, êdî ji hev belav dibin. Ev belavbûna ji hev, rûyê rast ê desthilatdariya faşîst radixe pêş çavan. Ev hêz baş dibînin ku êdî dewleta Tirk hildiweşe. Mîna ku yê bikeve deryayê xwe li mar digire, dewleta Tirk jî êdî xwe li çeteyan digire. Ya ku dewleta Tirk aniye ber hilweşînê, têkoşîna gerîla ye. Ji ber vê yekê divê berxwedana gerîla bi berfirehî bê nirxandin. Ji aliyê berxwedana gerîla ve pirsgirêk nîne, li her derê têkoşîn dewam dike. Mîna ku hevalê Cemal (Mûrat Karayilan) got, gerîla dewleta Tirk xitimandiye. Lê belê kê piştre bêhn anî ber dewleta Tirk? Divê mirov li ser vê yekê bisekine.

'ERDOGAN BIRAYÊ KÊ YE?'

Metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla heye, liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, bûyera li Metînayê ye. hevalê Cemal di heman demê de bang kir û got, 'Ji bo eşkerekirina bûyerê werin lêkolîn bikin'. Sûcdarê rastî ew e ku pêşmerge şandiye wê derê. Divê mirov hinekî li ser rastiya PDK'ê raweste. Mînak, dema ku bûyer qewimî, dewleta Tirk bi balafirên şer êriş kir û yekser Erdogan û koma wî kete dewrê. Piştre jî yekser gotin 'Bêjin PKK'ê êriş kiriye'.

Ji bo awn provokasyoneke bi vî rengî pêwîst bû. Ji ber ku wê demê civîneke mezin a NATO'yê hebû, ku wê biryarên giştî bihata wergirtin. Em bi piştgiriya NATO'yê ya ji bo dewleta Tirk zanin. Dema ku çûn tevlî civînê bibin gotin, 'Em ê 3 mijaran bixin rojevê. Mijara sereke jî PKK ye. PKK êrişî me dike û di heman demê de birayên me yên Kurd jî dikuje'. Divê ev bên dîtin. Gelo Erdogan birayê kê ye? Kurdên bi rûmet û heysiyet, Kurdên ku 40 sal in li ber xwe didin, têdikoşin qetil dike. Êrişî Mexmûr û Şengalê dike, Efrîn û Girê Spî dagir dike, bi sed hezaran mirovî koçber dike. Hem van hemûyan dike, hem jî radibe dibêje, 'Birayên min ên Kurd li Bakurê Iraqê dikujin'. Nabêje Başûrê Kurdistanê û pêşmerge jî, wan jî qebûl nake. Dibêje Bakurê Iraqê. Divê gelê me vê lîstikê bibîne.

Di vê mijarê de gotina herî bi rûmet ji aliyê malbata pêşmergeyekî şehîd ve hate gotin. Tevî ku çapemeniya PDK'ê bi israr jê pirsî, 'Birayê we ji aliyê PKK'ê ve hate kuştin, hûn ê di vê derbarê de çi bêjin?' wî got, 'Ez nizanim bê kê kiriye, lê belê tenê tiştekî dikarim bêjim; dewleta Tirk niha gelekî kêfxweş e, dijmin niha gelekî kêfxweş e'. Ji bo pêşmerge ji qadên gerîla biçe, tevgera me heta niha gelek caran bang kir, gel kete dewrê, daxuyanî hatin dayin. Lê belê hîn jî li qadên nû bi cih dibin, dorê li gerîla digirin. Bi vî rengî bêhnê tîne ber dewleta Tirk ku gerîla bi qirika dewleta Tirk ve girtiye û dişidîne. Divê êdî dest ji vê yekê berdin. Gerîla bi xwîna xwe berxwedaneke dîrokî û destanî dikin, lê belê ev nêzîkatiya PDK'ê metirsiya herî mezin e. Li pêşiya serketina têkoşîna gelê Kurd dibe asteng.

'ETHEM BARZANÎ HELWESTEKE CIHÊ HURMETÊ NÎŞAN DA'

Eger gelê Kurd têk biçe, ev yek wê ne ji ber xurtbûna dewleta Tirk be, wê ji ber xiyanetê be, ji ber nêzîkatiya hevkariyê ya PDK'ê be, wê ji ber komên alîgirê şer ên li nava PDK'ê be. Em nikarin bêjin ku her kesên di nava PDK'ê de ne bi vî rengî ye. Mînak weke ku Fermandariya me ya Biryargeha NPG'ê beirya niha diyar ikr, di civîna 20'ê Gulanê de ya rêveberiya PDK'ê, hin kes li ber van polîtîkayên hevkariya bi dewleta Tirk re rabûn. Ji pismamên malbata Barzanî yên di nava rêveberiya PDK'ê de Ethem Barzanî sekneke gelekî hêja û cihê hurmetê nîşan da.

Ji ber vê helwestê em wî pîroz dikin. Got, 'Ez nikarim bi dagirkeran re bijîm' û neçar ma ku ji Başûrê Kurdistanê biçe. Got, 'Eger guhertinek çêbibe ez ê vegerim, ji bo guhertin çêbibe ez ê bixebitim'. Her wiha sekna Pêşmergeyên Dêrîn gelekî girîng e. Pêşmergeyê Dêrîn Pêşrew Ehmed Kelan got, 'Ez ê fîşekê berdim xwe, lê ti carî bernedim xwişk û birayên xwe yên PKK'î.' Fermandarên pêşmergeyan di nava helwesteke wiha de ne. Her wiha gelek siyasetmedar, hunermend, hêzên demokrasî û azadiyê û jinên li Başûrê Kurdistanê li ber dagirkeriyê rabûn.

Destpêkê nêzîkatiyeke welê nîşan didan ku digotin, 'gerîla mîna her carê li ber xwe dide'. Lê piştre dîtin ku bi rastî jî rewşeke metirsîdar heye, Başûr tê dagirkirin, gerîla ji bo pêşî li vê bigire li ber xwe dide, têdikoşe. Li aliyê din jî pêşmerge li gel dewleta Tirk cih digire û qadên gerîla dorpêç dike. Ji bo dawî li vê bê anîn bang kirin. Divê pêşmerge guh bide vê bangê û li pêşiya têkçûna destketiyên gelê Kurd bibe asteng. Ji bo mafên gelê Kurd divê dest ji vê nêzîkatiyê berdin. Ji bilî vê yekê moral û tevlîbûna gerîla gelekî xurt e, çalakiyên xwe yên serketî dewam dike."

'DIVÊ PÊŞMERGE Û HÊZÊN TAYBET ÊN PDK'Ê XWE JI QADÊN GERÎLA VEKIŞÎNIN'

Sozdar Avesta diyar kir, ku gelê Başûrê Kurdistanê metirsî dît û got, "Gelê me yê li Silêmaniye, Germiyan, Raperîn, Mexmûr, Şengal, Qendîl û li derveyî welat çalakiyên xurt dike. Ev gelekî girîng e, lê hîn encam bi dest neketiye. Ji ber ku zext û êrişên dewleta Tirk hîn dewam dike. Divê medya PDK'ê dest ji helwesta xwe ya alîgiriya şer berde. Di vê demê de pêwîstiya gelê Kurd herî zêde bi yekîtiya neteweyî, neteweya demokratîk heye. Di nava gel de yekîtî ji xwe heye, Kurdên li hemû parçeyan û derveyî welat li ber vê dagirkeriyê radibin. Ne tenê Kurd, her wiha gelên cuda jî nerazîbûnê nîşanî dagirkeriyê didin. Ev sekneke gelekî hêja ye.

Sozdar Avesta bal kişand ser Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navneteweyî û got, "PDK divê ji vê hewldanê serbilind be û dest ji polîtîkayên xwe yên hevkariya bi dagirkeriyê re û polîtîkayên dijminane berde. Eger hurmetê nîşanî Kurd û Kurdistanê dide divê pêşmergeyên xwe, hêzên xwe yên taybet ên şandine qaden gerîla tavilê vekişîne, vekişe cihê xwe yê berê û bes piştgiriyê bide dewleta Tirk. Sekna gelê me sekneke gelekî girîng e û wê encameke baş bi dest bixe."