ATO: Nahêlin ku girtiyên nexweş werin tedawîkirin

Komîsyona Mafê Mirovan a ATO'yê diyar kir 600 jê bi nexweşiya giran 1605 girtiyên nexweş hene, nayê hiştin ku tedawî bibin û werin berdan.

Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) bi sernavê "Bila înfazên girtiyên nexweş ên bi nexweşiyên kronîk ên li girtîgehan di zûtirîn dem de bê taloqkirin" daxuyanî da. 
Gelek kes tevlî daxuyaniya li avahiya ATO'yê bûn. Endama Komîsyona Mafên Mirovan a ATO'yê Aysel Ulker diyar kir ku divê berî girtiyên nexweş bimirin demildest cezayê wan were taloqkirin. Ulker destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş tevî ku raporên nikarin di girtîgehê de bimînin wergirtine jî nayên berdan û ji ber ku Saziya Tiba Edlî nexweşîna girtiyan erê nake girtî nayên berdan û tedawîkirin. Ulker anî ziman ku “rewşa ewlehiyê” dikeve pêşiya tenduristiya girtiyên nexweş.  
Ulker destnîşan kir ku li gorî daneyên ÎHD’ê hezar û 605 girtiyên nexweş hene û 604 girtî ji van ên ku rewşa wan giran e. Ulker xwest tevahiya girtiyên nexweş bil ez û bez werin berdan û divê ji bo vê yekê berpirsiyar bi wezîfeya xwe rabin.