Ata: Hêza jinên Kurd heye ku maskeya her kesî bixîne

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata anî ziman ku jinên Kurd tirsa rêvebirên vî welatî ne û got: “Hêza jinên Kurd heye ku maskeya her kesî bixîne. Em dikarin maskeya van şahidên veşarî jî bixînin, ji lew re tiştên em dikin hemû zelal in."

Danişîna 13’an a Doza Kobanê ku 21 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 7’an de li hêwana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hat lidarxistin. Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek parêzer tev li danişînê bûn ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve tê lidarxistin.

Piştî navberê cardin beyanên şahidan hatin guhdarkirin, belge hatin xwendin û siyasetmedar û parêzer axivîn.

Ewilî siyasetmedar Zeynep Olbecî axivî. Olbecî anî ziman ku dozger di mutalaayê de îdia kiriye ku gava hewl daye bireve derveyî welêt hatiye zevtkirin û got: "Ez li orta Stenbolê hatim destgîrkirin. Çawa wisa tê gotin? Ev yek bi xwe jî dijminatiya dozger û heyeta dadgehê ya li hemberî me nîşan dide. Divê ev tişt ji dosyeya min bê derxistin."

Paşê Endamê Desteya Rêvebir a HDP'ê yê berê Nazmî Gur axivî. Gur di axaftina xwe de destnîşan kir ku bêhiqûqîtiyên di Doza Kobanê de li seranserê cîhanê tên şopnadin û got: "Tu delîlek tune ye ku bibêje HDP civînên dijqanûnî çêkirine. Ger delîlek hebûna dê li serê îdianameyê bihatana bicihkirin. Bila kes ne bi me ne jî bi aqilê gelê me nelîze. Dozger an bila delîlên îdiayên wî piştrast dike bibîne yan jî bila van îdiayan ji dosyeyê derxîne."

Piştî Gur, Berdevkê HDP'ê yê berê Gunay Kûbîlay axivî. Kûbîlay jî bertek nîşanî dema ji bo parastinê da û got: "Ev biryar piştî hat dayîn li her derî hat nîqaşkirin. Ne pêkan e ku mirov ji bo îdianameyeke ev qas nepixandî tenê rojekê parastinê bike. Hêvîdar im cardin li ser vê biryarê bê sekinandin."

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî got: "Gava mirov li mutalaaya dozger mêze dike, dibîne ku 20 meh in tu tişt neguheriye." Akat Ata bilêv kir ku dozger beyanên şahidan berovajî dike û li ser beyanên derî rastiyê disekine û got: "Ma me bi hev re li heman cihî guh li van şahidan nekir? Şahidên hatin guhdarkirin piraniya tiştên di vê mutalaayê de negotin."

Akat Ata di berdewama axaftina xwe de ji bo îdiaya dozger a derbarê siyasetmedaran de ku gotiye "dibe bireve" jî got: "Em di vî warî de gelek caran hatin ceribandin. Tiştên me kirine û em dikin diyar in. Ez çar caran li heman cihî hatim binçavkirin û sê caran jî hatim girtin."

'JINÊN KURD TIRSA DESTHILATÊ NE'

Her wiha Akat Ata di dawiya axaftina xwe de got: "Jinên Kurd tirsa rêvebirên vî welatî ne. Kesên vî welatî bi rê ve dibin me baş nas dikin, ji lew re guh li me hemûyan kirine. 3 klasorên guhdarkirinê hene. Di kîjanê de tiştekî îllegal heye? Em sextekariyê û karê tiryakê nakin. Derdekî me hene, em ji bo aştiyê û azadiyê dixebitin, lê çend roj berê li Silopiya Şirnexê jinek ji aliyê Serokê Komeleya Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê ve hat qetilkirin. Navê van pergalan diguherin, li bajarekî din bi navekî din in, lê xebatên wan heman xebat in. Li tiştên di malpera SADAT'ê de nivîsandî mêze bikin. Gelo em di bin navê legalîteyê de xebatên îllegal dikin? Madem li pergalên îllegal digerin, aha ev perhal bêyî xwe veşêrin li bara raya giştî xwe eşkere dikin. Hêza jinên Kurd heye ku maskeya her kesî bixîne. Em dikarin maskeya van şahidên veşarî jî bixînin, ji lew re tiştên emd ikin hemû zelal in. Em baş dizanin bê ka çi çi ye."

Piştî Akat Atayê jî Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ya berê Ayşe Yagci axivî. Yagci têkildarî îfadeyên şahidên nepen de axivî û doza berdana xwe kir.

XWEST AYSEL TÛGLÛK BÊ BERDAN

Siyasetmedar Aynûr Aşan jî diyar kir ku di rojên pêş de dê gelek şahidên veşarî û vekirî bên û got: "Ev şahid hema bibêje hemû jî îtirafkar in. Şahidên ku çend roj berê axivîn jî gotin dema ew di nava siyaseta legal de bûne wan nas kirine. Ên bên jî dê heman tiştî bibêjin. Rast dibêjin. Herî zêde me li HDP'ê, li KJA'yê an jî li Rozayê dîtine. Lê xebatên me jî wekî xebatên xwe yên îllgela dihesibînin û îllegalîze dikin. Ne wekî îtirafkar, wan wekî şiltaxan derdixin pêşiya me. Wer xuya ye dê dadgeh hê gelek şahidan bîne, ji lew re di dest we de tu delîleke berbiçav tune ye. Tu delîlek ku em pê 38 caran bi cezayê muebeda giran bên darizandin tune ye. Lewma hûn şahidên dozên deh sal berê tînin. Û bi ser de hûn mafê me yê parastinê bi rojekê sînrodar dikin. Ez dixwazim heye dest ji vê biryarê berde. Ez îfadeyên şahidan qethiyen qebûl nakim."

Aşan di dawiya axaftina xwe de doza berdana siyasetmedar Aysel Tûglûk û hemû siyasetmedarên din kir.

Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Bîrcan Yorûlmaz jî got: "Dozger di mutalaaya xwe de gotiye şahidan gotiye 'ew kadro' ye. Kîjan şahidî gotiye? Gava şahid hatin guhdarkirin ez li vir bûm. Tu şahidekî tiştekî wiha negot. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku bê mutalaa çi mutalaayeke bêcidî ye."

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku heya ji dest wan tê van bêhiqûqîtiyan tomar dikin û got: "Ez gazî dadgeha we dikim ku li gor qanûnê tev bigerin. Em tenê tomar dikin. Mutalaa bi xwe nîşan dide ku bê çawa sînorê bêhiqûqîtiyê hatiye derbaskirin. Çima hûn tiştekî wiha dikin? Raya giştî vê dozê dişopîne, lê herî zêde jîq esr. Di her civîna komê de Devlet Bahçelî teqez navê me bilêv dike û heqaretan dike. Ji bo neyê jibîrkirin. Tifaqa Cumhûrê şirîkê hemû sûcên li dijî gelê me ye. Ev darizandin bi xwe jî sûcdariyeke giran e."

Demîrtaş di axaftina xwe de behsa pêvajoya 7'ê Hezîrana 2015'an kir.

‘GER HÛN TÊK BIŞIKÊN EM Ê CIH BIGUHERÎNIN'

Demîrtaş ku got "dê di 2023'yan de qoltixa herî girîng a cîhanê bê bijartin" û got: "Karbidestiya Bîden, Pûtîn an jî Serokkomarê Fransayê ne bi qasî ya Erdogan e. Beriya hilbijartineke ev qas girîng ev dadgeh bûye çi ku qanûnê pêk bîne? Li derve sûcine ew qas giran tên kirin ku ma li ber wan ev delîlên sixte yên dozger çi ne! Em behsa kevneşopiyeke ku ji bo desthilatê birayê xwe qetil kiriye dikin. Lê em ê wê qoltixa herî mezin a cîhanê radestî şîrîkantiya sûcan a faşîst nekin. Hûn çi dikin bikin em ê wan di sindoqan de veşêrin. Hûn çi biryarê didin bidin. Ji bo domandina sûcine ev qasî mezin ne hewce ye meriv sûcine din bike. Mutalaa 69 rûpel e, lê 41 rûpel der heqê min de ye. Nexwe ji xeynî min hemû hevalên din berdin. Ez ê bimînim. Em ê heya hilbijartinê bi hev re bidomînin. Hûn winda bikin em ê cih biguherînin."

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bang li muxalefetê jî kir û got: "An werin bêhiqûqîtiya li vir bibînin an jî heyetên xwe bişînin."

Heyeta dadgehê bertek nîşanî vê bangawaziya Demîrtaş da.

Piştî Demîrtaş parêzer Mehdî Zana Akkaya jî axivî û destnîşan kir ku ew naveroka mutalaayê qebûl nakin. Parêzer Mahsûnî Karaman jî têkildarî beyanên şahidan ên di mutalaayê de hatine bicihkirin got: "Ev ên di navbera 2010-2012'an de ne. Ev bêhiqûqîtî ye."

Piştî beyanên parêzeran roja 7'an a danişîna 13'an jî bi dawî bû. Danişîn dê sibê saet di 10.00'an de ji cihê mayî bidome.