Asayîşa PDK’ê li Dihokê êrîşê xwepêşandêran kir

Hêzên asayişa Dihokê yên girêdayî PDK’ê destûr nedan xwepêşandana ku wê li Dihokê li dijî desthilatdarên herêmê hatiba kirin.

Îro biryar bû saet 16:00’an li ber Parka Azadî ya bajarê Dihokê ji aliyê beşek ji rojnameger û çalakvan ve xwepêşandanek pêk were. Hêzên asayişê yên girêdayî PDK’ê êrîşî xwepêşandêran kir û nehiştin xwepêşandan pêk were.

Der barê êrîşa hêzên asayişê û armanca xwepêşandanê yek ji xwepêşandêran rojnameger Çiya Bêlîzanî wiha ji ajansa RojNewsê re axivî; “Weke komek rojnameger û çalakvan ji bo balkişandina ser rewşa îro ya Başûrê Kurdistanê ku desthilatên herêmê jê berpirs in, me xwest xwepêşandanekê li dar bixin û daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Belê hêzên ewlehiyê êrîşî me kirin û destûr nedan.”

Çiya Bêlîzanî wiha jî got; “Me ji bo wekheviya Kurd hewl da. Belê em hatin astengkirin. Hêzek zêde ya ewlehiyê ve êrîşî me kirin. Heya bi astengkirinê re jî neman, dijî me bêrêzî kirin.”

‘DIVÊ ALIYÊN SIYASÎ JI GEL LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’

Der barê naveroka daxuyaniya ku wê bihata dayîn jî, Çiya Bêlîzanî wiha got; “Di daxuyaniyê de çend xal hebûn. Me di naverokê de daxwaz kir ku siyasetek niştîmanî ya nû û li gor serdemê li gel pêşber danûstandin bê kirin. Li cihê hevdû tewanbarkirina ji aliyê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser şikestina xwe ya 26 salan, divê ji gelê me lêborîn bixwazin.”

Çiya Bêlîzanî wiha jî got; “Me daxwaz kir ku hêzek hevgirtî bê çêkirin û ji hizib, malbatî û şexsî dûr be. Li gel hilweşandina vê desthilatê, hikûmetek nû bê avakirin. Me daxwaz kir ku piştî ji sedê 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê hate dayîna hikûmeta Iraqê, berpirsên bi xwîna şehîdan bazirganî dikin bên dadgehkirin. Her wiha ev ên ku 26 sal in li ser desthilatdariyê ne, pereyê petrolê didizin û gendelî dikin jî bên dadgehkirin.”