Asayîşa PDK'ê êrîşî heyeta Mexmûrê kir

Heyeta wargeha Mexmûrê ku ji bo li aqûbeta şêniyên wargehê yên ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatine girtin bipirse çû Hewlêrê û bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir. Heyetê xwest piştre daxuyaniyê bide çapemeniyê lê asayîşê destûr neda.

Heyetek ji 13 kesan ku hem ji rêveberên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û malbatên ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin pêk tên, ji bo aqûbeta girtiyan bipirsin çû Hewlêrê.

Heyeta wargeha Mexmûrê li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê hevdîtin bi rayedaran re kir.

Piştî ku hevdîtin bi dawî bû endamên heyetê xwestin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Lê belê Asayîşa PDK'ê êrîşî endamên heyetê kir û nehişt daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Ji ber vê yekê jî endamên heyetê berê xwe dan wargeha Mexmûrê.

Endamê dîplomasiyê Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî yên ji 13’ê Hezîranê ve ji bo nexweşxaneyê çûbûn bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Istixbaratê ya 'Parastin' a PDK’ê ve hatibûn girtin.

Ji wê rojê heta niha tevî gelek hewldanan ti agahiyek ji aqûbeta wan nehatiye girtin. Dîsa beriya wê 4 welatiyên din ên wargehê ji bo karên cuda li deverên cuda yên bajarên Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hatibûn girtin û niha jî li Asayîşa Giştî ya Hewlêr heman demê navenda giştî ya Istixbaratê ya Parastinê ye tên ragirtin.