Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Artêşa Tirk li Metîna derbên giran dixwe, cerdevan çeka xwe davêjin

Dewleta Tirk a dagirker li Metîna derbên giran dixwe. 200 cerdevanên ku hate xwestin wan bişînin ser şer îstîfa kirin.

Operasyona dagirker a Tirk a li ser Zap, Metîna û Avaşînê ji bejahî û hewayî ji 23'yê Nîsanê û wir ve didome.

Ji Çiyayê Cûdî heta bi Heftanîn û Metînê di operasyonan de van rojên dawî gelek leşker hatin kuştin.

Jêderên xwecih diyar dikin van rojan şerê herî giran ê van çar mehan heye û qadên Zinara Kestel, Mizorê, Hirorê û Derarê yên herêma Met^na bûye qada şer.

Jêderên xwecih diyar kirin ji 17'ê Tebaxê û wir ve şer giran bûye, ji ber ku windahiyên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê zêde bûne, cerdevan kirine dewrê.

Jêderan diyar kirin ji Şirnex navendê, ji Êlkê û Qilebanê, Hezexê cerdevan komî ser hev kirine û cerdevan ji bo kemînan deynin şandine herêmê.

Eynî jêder diyar dikin ji 17'ê Tebaxê û vir ve ku şer giran bûye gelek cerdevanan îstîfa kiriye, van 4 mehan bi qasaî 200 cerdevanî îstîfa kirine.

Diyar bû ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê ku yek ji navenda operasyona dagirker e û ji Çelê ya Colmergê, ji gundê Elemûnê ku rojê 5-6 caran top dihatin avêtin, niha rojê 20 caran top têne avêtin.

Her wiha hate gotin van rojên dawî ji bilî topan tevgera helîkoptêran jî zêde bûye. Vê pêvajoya dawî bi kêmanî 12 Skorsky û 2 helîkoptêrê kobra li herêmê tim tevdigerin.