Artêşa Tirk dixwaze kuştiyên xwe ji raya giştî veşêre

Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker ji bo hejmara zêde ya kuştiyên xwe veşêre nûçeyên derewîn diweşîne. Fermandariyê bang li gel kir ku guh nede nûçeyên derewîn.

Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand, artêşa Tirk a ku rojên dawî derbên giran xwar dest bi weşandina nûçeyên derewîn kir. Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, "Piştî ku hêzên me yên HPG û YJA STAR'ê 9 û 10'ê Mijdarê li Şirnex û Şemzînanê derbên giran li 6 baregehên leşkerî xistin, nexasim piştî ku dîmenên çalakiya li Girê Slort a ser bi Qereqola Bêsosinê ya li Şemzînanê hatin weşandin, dewleta Tirk ji ber dayina gelek kuştiyan û şoqa kete navê, bi balafiran û topan êrîşê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Medya desthilatdariyê van êrîşan gelekî dinepixîne û îdîa dike ku bi dehan gerîla şehîd bûne. Bi rêya van nûçeyan hewl dide rastiyê ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê veşêre."

DÛRÎ JI RASTIYÊ YE

Fermandariyê wiha dewam kir: "Em dixwazin bêjin, vê dema ku qala wê tê kirin gerîlayek jî şehîd nebûye. Berevajî îdîayan, hêzên me hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî li Bakurê Kurdistanê mîna ku li Gabarê hate dîtin, bi çalakiyên xurt dikin ku gelek kuştiyên leşkerên TC ên dagirker çêbibin. Daxuyaniyên dewleta TC a faşîst-mêtinger ên li ser tevgera me, mîna doh îro jî dûrî ji rastiyan e.

GUH NEDIN NÛÇEYÊN DEREWÎN

9'ê Mijdarê, bi koordîneya balafirên bê mirov êrîş li derdora Çemê Markê hate kirin ku ev der herêmeke tûrîstîk a Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek jî nîşan dide ku bêyî pîvanên şer êrîşê tînin ser gelê me û erdnîgariya Kurdistanê. Zîhniyeta ku van êrîşan dike, ji bo bandorê li moralê gelê me yê welatparêz bike, nûçeyên derewîn diweşîne. Em bang li gelê xwe dikin ku guh nede nûçeyên bi vî rengî yên derew."