NÛ BÛ-Artêşa Tirk Nexweşxaneya Avrîn bombe kir: Herî kêm 15 sivîl şehîd bûne

Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Nexweşxaneya Avrîn a ji roja yekem a êrîşên li ser Efrînê ve gelek birîndarên ku jin û zarok jî di nav de tê dermankirin, barand. Di bomberdûmanê de herî kêm 15 sivîl şehîd, bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet 21:00'an de bombe li Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê barand.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk 3 bombe li Nexweşxaneya Avrîn dane. Li nexweşxaneyê ziyaneke mezin pêk hatiye.

Nexweşxaneya Avrîn ji roja yekem a êrîşan ve hemû birîndar lê dihate dermankirine. Di heman demê de nexweşxaneya herî mezin a Kantona Efrînê ye. Di encama bomberdûmanê de harî kêm 15 sivîl şehîd, bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

Li nexweşxaneyê li gel gelek birîndaran gelek dixtor û endamên tenduristiyê hene.