Artêşa Tirk bombe li gundiyan barand: 3 kes kuşt, 3 jî winda ne

Artêşa Tirk li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê komkujiyeke din kir. Bombe li gundiyên li sêgoşeya Avaşîn-Basyayê barand û 3 gundê kuşt, yek jî bi giranî birîndar kir. 3 gundî jî winda ne.

Balafirên şer ên Tirk duh danê êvarê bombe li 7 gundiyên li sêgoşeya Avaşîn-Basyayê ya ser bi bajarokê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, ji ber bomberdûmanê 3 gundiyan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha agahî ji 3 gundiyên ku bûn hedefa bomberdûmanê nayê girtin. Tê gotin, gundiyek jî bi giranî birîndar bûye û lê welê hatiye ku nikare bipeyive.