Artêşa Tirk bi obusan êrîşî navenda bajarê Efrînê kir
Artêşa Tirk a dagirker, bi topên obusê êrîşî navenda bajarê Efrînê kir.
Artêşa Tirk a dagirker, bi topên obusê êrîşî navenda bajarê Efrînê kir.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, artêşa Tirk a dagirker nîvê şevê bi topên obusê êrîşî navenda bajarê Efrînê kir. Herî kêm du topên obusê li navenda bajêr ket û yek ji wan li wesayiteke sivîlan ket.
Rayedaran gotin, ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye.