Artêşa Tirk a dagirker top avêt navenda Efrînê - NÛ BÛ -II

Artêşa Tirk a dagirker bombe li Nexweşxaneya Avrîn û Parka Zarokan a li navenda bajarê Efrînê barand. Ji ber bomberdûmanê sivîlek şehîd bû, 4 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet 10:40'î hawan û obus avêtin navenda bajarê Efrînê. Ji ber bomberdûmanê sivîlek şehîd bû, 4 jî birîndar bûn.

Ajokarê taksiyê Hisên Ridwan (35) ku di dema bomberdûmanê de wesayita xwe diajot şehîd bû, Luqman Bekir Hercî (31), Emîn Reşîd, Yûsif Mihemed Terşo û nûçegihanê qenala televîzyona Sûriyeyê Heysem Mihemed Kirzo birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrînê.

Ji ber bomberdûmanê zerar li malên sivîlan bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20'ê Çileyê ve bi balafirên şer, tank, top û çekên giran êrîşî Kantona Efrînê dikin. Piraniya wan jin û zarok 180 sivîl ji ber bomberdûmanê şehîd bûn, 413 jî birîndar bûn.