Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe yên wekî fosforê êrîş dike

Artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê çekên qedexe yên wekî fosforê bi kar tîne.

Li Serêkaniyê şerê bajaran hatiye destpêkirin.

Ji xeynî êrîşên hewayî, top jî tên avêtin û dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexe êrîş dike.

Şervanên QSD’ê jî bersiveke tund didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker.

Di şer de gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk mirine û birîndar bûne.

GELE SIVÎL HATIN QETILKIRIN Û BIRÎNDAR BÛN

Sivîlên li bajêr jî di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ne. Di êrîşan de gelek sivîl hatin qetilkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya di têketina bajêr de girtine û nahêlin ku birîndar biçin nexweşxaneyê. Balefirên şer jî li ambûlansan didin.