Amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin

Amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Ji bo pîrozbahiyan banga tevlîbûnê tê kirin.

Amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Ji bo pîrozbahiyan banga tevlîbûnê tê kirin.

COLEMÊRG

Pîrozobahiya li Colemêrgê wê 19'ê Adarê li otogara şaredariyê bê pîrozkirin. Berdevkê Komîteya Amadekar Necmettin Acar diyar kir ku ew li gund, tax û navenda bajêr ji bo pîrozbahiyê amadekariyê dikin. Acar bang li Colemêrgiyan kir ku bi xurtî tevlî pîrozbahiyê bibin. Necmettin Acar got, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Parlamentera Şirnexê Leyla Birlik û Parlamenterê Colemêrgê Nihat Akdoğan jî wê tevlî pîrozbahiyê bibin. Tevî komên muzîkê yên herêmî wê Koma Amara, Rosînda û Azad Berdan derkevin ser dikê.

STENBOL

Newroz wê li Stenbolê bi dirûşma "Newroz berxwedan e; li dijî faşîzmê berxwedana gelan e" roja 21'ê Adarê li Bazara Gel a Bakirköyê were pîrozkrin. Serokê Giştî yê DİSK'ê Kani Beko ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kir.

Beko got, "Sîstema Rewşa Awarte mîna sîstemeke nû ya Dehaq e. Welatê me dixe nava tarîtiyê" û wiha dewam kir: "Ne rast e ku Newroz ji 1'ê Gulanê, 1'ê Gulanê ji Newrozê bê cihêkirin."

ENQERE

Ji bo 21'ê Adarê weke "rola fermî ya betlaneyê" bê ragihandin, HDP'ê mîna salên bihurî pêşnûme qanûnekê amade dike. Tê payin ku pêşnûme qanûn hefteyên bê bi îmzeya Cîgirên Serokê Komê radestî Meclîsê were kirin. Di pêşnûme qanûnê de wê bê pêşniyarkirin ku 21'ê Adarê weke "Cejna Newrozê" were qebûlkirin û bibe betlaneya fermî. Ne diyar e bê ev pêşniyara HDP'ê bê qebûlkirin an na.