Altûn: Krîza Tirkiye-Amerîkayê gelekî giran e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku krîzên gelekî giran li ber Tirkiyeyê ne û got, Tirkiye birîndar e û roj bi roj xwîn jê diçe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn li ser krîza navbera Tirkiye û Amerîkayê ji ANF'ê re axivî.

Altûn diyar kir ku nakokiya navbera Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi giranî bi têkçûna tifaqa li ser projeya 'perwerde bike-bi çek bike' dest pê kir û got, "Erdogan xwest li ser bingeha hin derfetên nû yên derketin holê hîn bêhtir li Rojhilata Navîn serwer bibe. Ev yek bû sedem ku nakokiyên navbera wan dest pê bike."

DAXWAZÊN DYA Û TIRKIYEYÊ LI HEV NAKIN

Altûn da xuyakirin ku daxwazên Tirkiye û DYA'yê li hev nakin û ev tespît kir: "Eger DYA daxwazên Tirkiyeyê qebûl bike, wê neçar bimîne ku dest ji polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn biqere. Ji ber ku Tirkiye ji DYA'yê dixwaze ku statuya li Rojhilata Navîn bê parastin û Tevgera Azadiyê ya Kurd were tasfiyekirin. Wateya vê yekê ev e: 'Tu yê dest nede Îranê, Sûriye wê li rewşa xwe ya berê vegere, Kurdên ku di guhertina qismî ya Rojhilata Navîn de bi dayina berdêlên giran rol lîstin wê bê tasfiyekirin'. Eger DYA vê yekê qebûl bike, wê bibe amûreke erzan a li ber destê Tirkiyeyê. Halbûkî hêza hegemon a ku dest li herêmê werdide DYA ye. DYA jî ji Tirkiyeyê dixwaze ku li gorî polîtîkayên wê tevbigere. Wateya vê jî ev e: 'Di mijarên Îran, Rûsya û Sûriyeyê de tu yê li gorî polîtîkayên DYA'yê tevbigere'."

LI TIRKIYEYÊ FERASETEKE KU KARIBE BIRÎNÊN XWE BIÇÊPE NÎNE

Riza Altûn işaret bi vî aliyê krîzê jî kir: "Tirkiyeyê li ser bingeha dijberiya li DYA û Îranê bi Rûsya û Îranê re têkilî tanî û ev têkilî jî weke şantajekê bi kar anî. Ji ber ku encameke pozîtîf di destpêkê de ji vê têkiliya ji bo şantajê nehat bidestxistin, Tirkiyeyê vê carê ev têkilî kûrtir kir ji bo encamekê bi dest bixe. Anî wê radeyê ku vegera ji vê yekê wê lê bibe barekî giran. Ji ber vê yekê, di rewşa heyî de ne dikare bi hêsanî û bê berdêl ji têkiliyên bi Rûsya û Îranê vegere, ne jî dikare bi hêsanî û piştrast bi DYA û Yekîtiya Ewropayê re hevkariyê bike. Birîndar bûye û her roj xwîn jê diçe. Pêçandina birînên Tirkiyeyê ne li hesabên DYA'yê tê, ne jî li yên Rûsya û Îranê. Li Tirkiyeyê jî zîhniyet, feraset û siyaseteke ku karibe birînên xwe bipêçe nîne."

KRÎZA NAVBERA TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ GELEKÎ GIRAN E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşa kir ku krîza nabera Tirkiye û Amerîkayê gelekî giran e û wiha dewam kir: "Ne krîzeke ji rêze ye. Pêwendiya xwe bi sîstema cîhanê û krîza Rojhilata Navîn re heye. Di vê çarçoveyê de ya Tirkiye wê mîna berê bibe parçeyekî pêbawer ê sîstema nû ya cîhanê, ya jî di vê mijarê de wê krîzên girantir derkeve pêşiya wê. Ya ku diqewime ev e. Lewma dema ku mirov bala xwe bidê, wê were dîtin ku asta krîza li ser rahîb dest pê kir, ji bûyerê pir pir bilindtir e. Di asteke ku heta niha nehatiye kirin dest li Tirkiyeyê tê werdan. Destwerdaneke giran a aboriyê heye. Lê ev destwerdan ne tenê ji aliyê aborî ve ye. Destwerdanek ji wê jî wêdetir e. Berê heta radeyekê dest li Tirkiyeyê dihate werdan. Lê destwerdan ti carî veneguherî helwesteke bi vî rengî zelal. Ambargoya aborî ya li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin û kêmbûna qîmetê lîre li pêşberî dolar, di vê çarçoveyê de ye. Tevî ku bê navber pere pêşkêşî bazarê tê kirin jî krîz çareser nabe. Li ser bazirganiyê, gumrukê û gelek qadên din ambargo li ser hev tên. Ev ambargo li ser berdan an jî neberdana rahîb hatiye girêdan. Her kesên bi aqil zane ku buhayê rahîbekî ewqasî nîne. Lê rahîb niha weke hincetekê di têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê de cih digire. Lê pirsgirêk ji vê kûrtir e."

Altûn diyar kir, pirsgirêk ew e ku Tirkiye bi çi rengî divê li nava sîstema cîhanê cih bigire û got, DYA vê yekê ferz dike, Tirkiye jî li ber radibe.

GUHERTIN LI SER TIRKIYEYÊ TÊ FERZKIRIN, TIRKIYE JÎ XWE NADE BER

Altûn ragihand, di navbera daxwazên Tirkiyeyê û rewşa ku emperyalîstên cîhanê afirandiye de pirsgirêk heye û got, "Tirkiye dixwaze mîna dema bihurî, sîstema wê ya netewe-dewletê li her qadê ewle be. Tevî ku pirsgirêkên demokratîkbûnê, pirsgirêkên civakên etnîkî, pirsgirêkên olî û pirsgirêka Kurd dewam dike jî, Tirkiye dixwaze sîstema wê ya heyî bê parastin.

AKP ji sîstemê dixwaze ku ew li derveyî guherîna li Rojhilata Navîn bê hiştin. Tevî vê yekê dixwaze weke hêzeke hegemonîk li herêmê bimîne. Vê yekê ferz dike. Lê belê ev yek li projeya modernîteya kapîtalîst a li ser Rojhilata Navîn nayê. Li cîhanê ya jî Rojhilata Navîn nepêkan e ku daxwazên bi vî rengî yên welatekî bê qebûlkirin. Sedema bingehîn a krîzê ev e. Guhertin li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin. Tirkiye jî xwe nade ber. Me ev yek di pratîka Sûriyeyê û ya berî wê de dît. Nakokî di vî alî de bi zelalî derket holê. Tirkiye ji her alî ve veguherî desthilatdariyeke faşîst. Bû xwedî siyaseteke li ser bingeha dijminatiya li Kurdan. Ji bo dijminatiya li Kurdan bi hin hêzan re têkilî danî. Bi van têkiliyên xwe bû navenda siyaseta herêmî û navneteweyî. Ev yek li ku derê xuya dike? Bi giranî bi têkiliyên Rûsya û Îranê re xwe nîşan dide. Ev yek di heman demê de pirsgirêka bingehîn a di navbera wê û bloka rojava de ye."

LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ, HEWL DIDE JI KRÎZA LI ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ SÛDÊ WERBIGIRE

Altûn anî ziman ku krîz gelekî kûr e lê belê zîhniyeta li Tirkiyeyê hewl dane fêhm bike û çareser bike. Altûn got, "Li şûna çareseriyên rasteqîn, jê heye ku bi sûdwergirtina ji krîza li cîhanê û Rojhilata Navîn wê karibe encamekê bi dest bixe. Ji bo vê jî dixwaze ji polîtîkayên rojane sûdê werbigire. Wê wextê jî siyaseta rojane jê re gelekî girîng tê. Ji ber ku li Rojhilata Navîn siyaseta rojane kir, gelek caran têk çû û felaket bi serî hat. Efrîn mînaka vê yekê ye, lê belê pêvajoya berî Efrînê jî bi vî rengî ye. Di polîtîkaya Rojhilata Navîn de îflas kir."

Wê sibe dewam bike...