Altûn: Gelo ma dagirkerina Efrîn û Girê Spî ne binpêkirine?

Altûn anî ziman ku sînor ji bo Tirkiye xwedî çi girîngî be ji bo Kurdan jî girîng e û got:“Dema Rojava hate dagirkirin, ti hesasyeta sînor nebûn, çima ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiye, mirovên ku ji ber şer koçber bûne sînor derbas dike dibe hesasyet e."

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altûn bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li derveyî sînor û daxuyaniya Partiya Gel a Komarparêz (CHP) a ‘Sînor Namûse’ û got: “Sînor çawa ji bo Tirkiye xwedî wete ye, ji bo Kurdan jî xwedî wate ye.”

TIRKIYE TI SÎNOREK NEHIŞTIYE BINPÊ NEKIRÎ

Altûn bibîr xist ku di nava 6 mehên dawî de li Tirkiyeyê gotinê nîjatperest û êrîş zêdetir bûne, diyar kir ku neçareseriya vê jî CHP ava kir. Altûn bal kişand ser gotinên Serokê Şaredariya CHP’ê ya Bolû Tanjû Ozcan a li dijî koçberan û got: “Siyaseta dema dawî ya CHP’ê nîjatperestî derbaskiriye, gihiştiye asta faşîzaniyê.”

Altûn wiha domand: “Ji serdema yekpartiyê ya dewleta Tirk heta roja îro, tim di kûraniya dewletê de tim CHP’ê dibînin. Dewleta Tirkiye sînorên welatên Lîbya, Sûriye û welatên din ên Ereban kiriye kevgir (mifsik), CHP rabûye bi pankarta ‘Sînor Namûse’ wisa nîşan dide ku hinekan sînorê wan derbaskiriye, nîşan dide. Li holê tiştek welê nîna ku sînor hatibin derbaskirin. Ji ber çavkaniyên polîtîkayên Tırkiye û welatên weke wê, mexdûrên ji ber şer neçar bûne welat biterikînin hene. Yên ku ji bo biçin Ewropa neçar dimînin ku li Tirkiyeyê re derbas bibin jî, Tirkiye wan weke amûra şantajê bikar tîne.”

‘GELO ROJAVA NE BINPÊKIRINA SÎNOR E?’

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan û taybet Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Dema mirov li êrîşên dîrokî û rojevî yên li ser gelê Kurd tên kirin dinêre, hesasyeta sînor li bin lingan hatiye xistin. Îro devê dewletê dixwaze bihevrebûnê ava bike. Vê jî bi CHP’ê dixwaze pêk bîne. Mijar dema dibe derveyî Tirkiye ev bihevrebûn zelal derdikeve pêşiya me. Mîna mijara Kurdan. Ji ber wê hesasyeta sînor bi temamî xapandine. Mînak, li rewşa li Efrînê pêk tê binêrin. Ew der erdnîgariya Kurdistanê ye û fermî di nava sînorê Sûriyeyê de ye.

Îro Efrîn hatiye dagirkirin, dewlemendiyên wê yên sererd û binerd tê talankirin, ji aliyê dewleta Tirk ve li sûkan tê firotin. Heman tişt li Girê Spî û Serêkaniyê jî heye. Ji bo vê dagirkeriyê CHP’ê jî dengê erê bikar aniye. Ji bo tezkereiya derveyî sînor a meclîsê gotiye; ‘erê’. CHP tim li Tirkiye destek daye îtifaqa faşîst. Her tiştên li Efrîn, Girê Spî û tevahiya Sûriyeyê tê kirin, CHP’ê pişt daye wê.”

DAGIRKERIYA QEYÛMAN JÎ BINPÊKIRINA SÎNOR E

Atûn anî ziman ku êdî weke berê nerazîbûnên civakê li hember bûyeran kêm bûye û wiha pêde çû: “Civaka Kurd êdî baş dizane çi, çi ye. Gelê Kurd vê hewlesta nîjatperest û polîtîkayên CHP’ê ji bîr nake. Ji bo wê divê zêdetir ev polîtkayên sexte bên tehşîrkirin. Dema li ser vê erdnîgariyê qeyûm ji bo şaredariya hatin danîn dengê kesê nehat. Dengê derketin jî bêkêr bûn. Gelo ma danîn qeyûman jî ne binpêkirina sînoran e? Xespkirina mafên hatine bidestxistin ma ne binpêkirina sînoran e? Ma dagirkirina qeyûman ne binpêkirina sînoran e? Yên ku fikrê qeyûman li Tirkiyeyê dan rûniştkandin û destek dan wê dagirkiririna sînor a herî mezin dikin. Dema ku DAÎŞ’ê li Sûriyeyê serbest digeriyan, her roj Tirkiye diçû û dihat, sînor binpê nedikir, îro ye nû binpê dike? Îro jî ji derveyî Kurdan her kes li wî sînorî tê û diçe.”