Aloziya di navbera PDK-YNK’ê kûrtir dibe

Ji ber rayeya serokkomariyê ew ê para kîjan partiyê ye be, nîqaşa di navbera PDK û YNK’ê kûrtir dibe.

Li Iraqê piştî hilbijartina giştî 4 meh derbas bû. Piştî hilbijartina serokê meclîsê niha jî ew ê hikumet were avakirin û serokkomar were hilbijartin.

Piştî qebûlkirina destûra bingehîn a Iraqê di navbera Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ji bo serokatiya herêmê û serokkomariyê peyman hatibû çêkirin. Li gorî vê peymanê Serokatiya Herêmê ew ê para PDK’ê be û Serokkomarî jî ew ê para YNK’ê be. Sala borî piştî referandûmê rayeya serokatiya herêmê hatibû rakirin. PDK’ê niha jî çavên xwe berdaye Serokkomariyê Iraqê. Ji herdu partiya heta niha gelek daxuyanî hatin dayîn. Herî dawîn Behrem Salih ji YNK’ê veqetiyabû û ji xwe re partiyeke din ava kiribû. Wê demê hatibû gotin ku PDK û YNK’ê ji bo serokkomariya Behrem Salih li hev kirine. Lê herî dawîn hate diyarkirin ku divê Serokkomar ji YNK’ê be û nabe ku Behrem Salih bibe serokkomar.

Yek ji rayedarê PDK’ê Fazil Mîranî îro got ku ew bawer nakin ku YNK Behrem Salih ji bo serokkomariyê namzet nîşan bidin.

Mîranî got ku, “YNK ji bo serokkomariyê bi me re li hev nekir. Jixwe ew ê namzetê me jî hebe.”

MÎRANÎ PEYMANA DI NAVBERA TALABANÎ Û BARZANÎ JI BÎR DIKE

Mîranî got ku, “Me ji YNK’ê re got ku ev meqama serokkomariyê 3 serdem in di destê we de ye, bila vê carê jî ya me be. Heke qebûl nekin, bila YNK li parlementoyê namzetê xwe nîşan bide, Sunnî û Şîîyan dengê xwe dan kê, bila ew bibe serokkomar. Hêvîdar im em û YNK em li hev bikin û em du namzetan nîşan nedin.”

Pisporên siyasetê diyar dikin ku daxuyaniyên Mîranî ew ê aloziya di navbera YNK û PDK’ê kûrtir bike û bal dikişînin ser vî tiştî ku YNK ew ê dev ji meqama Serokkomariyê û ji ya Walîtiya Kerkûkê bernede.