AKP roja dawî jî diziyê dike!

Li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê di dema dengdanê de fen tên kirin û gef tên xwarin.

Kujerê malbata Şenyaşar namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê tevî çekdarên xwe li dibistanên dengdanê geriya, li wezîfedarên HDP'yî xist û ji bo AKP û Erdogan bi komî deng da.

Li dibistaneke Pirsûsê dengên paketkirî ji aliyê muşahîtan ve hatin girtin.

Li Lîseya Anadolû ya Pirsûsê li muşahîdê HDP'yî dan. 120 zerfên komî avêtin sindoqê.

Li gundê Karaalî yê navçeya Eyyubiye ya Rihayê destûr nehat dayin ku muşahîd biçin ber sindoqê.

WezîfedarênA KP'yî êrîş birin ser muşahîdên dildar ên Hêza Sindoqê ya li Dibistana Navîn a Ûlûsan Îmam Hatîp a Rihayê.

Li Rihayê li gundê Bûldûkê li sindoqa 2044'an destûr nayê dayin ku jin dengê xwe bidin. Li gundê Geşîtê li sindqoa 1196'an mêran li şûna jinan deng dan.

Li Havlanê jî hemû muşahdên li ber sindoqa bi hejmara 2098'an ji ber sindoqê hatin qewirandin.

Li sindoqa 2209 a li Eyyubiyeyê li şûna hinekî din deng hatin dayin.

Li sindoqa bi hejmara 2110 a gundê Kanatliyê, muxtaran ji jinn re gotin, "Em ê li şûna we deng bidin."

Li sindoqên 1109-10-11-12 ên Pirsûsê bi zexta çekê deng tê dayin.

Li gundê Bogazkoy ê navçeya Pîran a Amedê leşkerekî payebilind li ber sindoqê ye û bi gotina "Em ê hêza dewletê nîşanî we bidin" nayê gel dengê xwe bide.

Li hewşa Lîseya Şemîkler Anadolû ya navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê wesayiteke plaqe lê nebû, hate dîtin.

Li navçeyên Tatos û Qereçoban ên Erzîromê, Şaredariyên AKP'yî qertên wezîfedariyê yên Wezareta Karên Hundir li karkeran belav kir. Karkerên ku qerta wezîfedariyê pê re heye, li cihên dengdanê dikarin bi hêsanî bigerin.

Li navçe û gundên Mêrdînê leşker li ber dibistanan e û gef li dengdêran tê xwarin.