‘AKP ji bo ku rastiyê veşêre 6 hempîşeyên me destgîr kir’
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku AKP nahêle rastî were dîtin û 6 rojnameger destgîr kirine.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku AKP nahêle rastî were dîtin û 6 rojnameger destgîr kirine.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê derbarê dagirkeriya qeyûman û rojnamegerên ku hatine destgîrkirin îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘LÊGERÎNA BI TAZÎTÎ LI SER WAN HATE FERZKIRIN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 6 rojnamegerên ku protestoyên li dijî dagirkeriya qeyyûm dişopandin, hatine destgîrkirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Rêhevalên me yên ku hatine destgîrkirin, lêgerîna bi tazîtî li ser wan hate ferzkirin. Ev zextên li ser rojnamegeran tê wateya ku binpêkirina azadiya çapemeniyê û tê xwestin ku şîddeta li ser gel neyê dîtin. Em vê helwestê tu carî qebûl nakin.
Nûçegîhana Jinnewsê, edîtora Ajansa Mezopotamyayê Ziyan Karahan û nûçegîhan Mehmet Şah Orûç, Ahmet Kanbal, nivîskara rojnamegeriya Evrenselê Dr. Ayşegul Tezoren, rojnameger Nûrcan Yalçin, Halîme Parlak, Yelda Çîçek, Vedat Dag, Tumen Anli û Ozgur Ulke di serî de divê hemû kesên ku hatine destgîrkirin, serbest werin berdan.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê banga têkoşîna hevpar li hemû derdorên demokratîk kir.”