AKP'ê gefa Îdlibê li Ewropayê xwar

Parlamenterê AKP'ê Yalçin Akdogan, gef li welatên Ewropayê xwar û got, "Îdlib hilweşe wê Ewropa jî hilweşe."

Parlamenterê AKP’ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan, di gotara xwe ya îro de ya li rojnameya Starê gef li Ewropayê xwar. 

Akdogan di gotara xwe de sernivîseke ku tê wateya, 'Îdlib hilweşe wê Ewropa jî hilweşe' nivîsî û got; "Heke şerekî ku encamên wê ne diyar dest pê bike wê Tirkiyeyê gelekî nerazî bike. (...) ji bo ku muhalîfan di demên dawî de herêmên weke Heleb, Xutaya Rojhilat û bakurê Humusê winda kirin, hebûna wan li Îdlibê xwedî wateyeke jêneger e."

Akdogan got, tenê ne pêla koçberiyê, her pirsgirêka neteweyî ya Tirkiye bijî, wê heman demê bibe pirsgirêka Ewropayê jî. 

BERIYA NIHA HER CARA KU GEF XWAR, BOMBE TEQIYA BÛN

Beriya niha her cara ku rayedarên AKP’ê gef li Ewropayê xwarî, çeteyên DAIŞ’ê li bajarên Ewropayê êrîş pêk anî bûn. Piştî gotinên Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan ku gotibû, "Tu eger tune ku bombeyên li Enqereyê diteqin li Birukselê neteqin" êrîşeke ku gelek kes hatî kuştin û DAIŞ'ê girtî ser xwe pêk hatibû.