Akman û Karakaya rakirin nexweşxaneyê

Ozgur Karakaya û Dîdem Akman ên ji ber adil bên darezandin û şertên gitîgehê bên başkirin di rojiya mirinê de bûn rakirin kampûsa Girtîgeha Şakarnê.

Ozgur Karakaya û Dîdem Akman ên li Îzmîrê ji bo bi awayekî adil bên darezandin û mercên girtîgehê baş bibin ji 19’ê Sibatê ve girtî ne li Girtîgeha Şakranê ketine rojiya mirinê, rakirin kampûsa li girtîgehê.

Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Erdogan Akdogdû ji bo dîtina Akman û Karakaya çû Girtîgeha Şakranê. Akdogdû ji ber ku Akman û Karakaya rakiribûn kapûsa nexweşxaneyê ew nedîtin. Akdogdû diyar kir ku mudaxeleyî 7 kesên li qawîşa Karakaya bûn kirine û got: “Niha li gel Karakaya û Akman doxtorên pispor hene. Dibe mudaxele bikin. Em ê sibe di fersenda yekê de dubare biçin gel wan.”