Ajansa Jinnews û Mezopotamya hatin astengkirin

Ajansa Jinnews a bi navnîşana ‘jinnews24.xyz û jinnews25.xyz’ li gel navnîşana Ajansa Mezopotamya bi biryara dadgehê hatin astengkirin.

Dîsa navnîşana înternetê ya malpera Jinnews hate astengkirin. Herî dawî 30’ê Nîsanê li ser biryara 2’emîn a Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Amedê ji aliyê Saziya Zanista Teknîkolojî û Peywendiyan (BTK) ve ajansa Jinnews hatibû astengkirin.

Vê carê jî navnîşanan ‘jinnews24.xyz’ ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê û navnîşana ‘jinnews25.xyz’ jî ji aliyê 4’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê ve bi biryara 3’yê Gulanê hate girtin, hatin astengkirin.

Di nava 15 rojên dawî de Jinnnews 6 caran hate astengkirin.

Navnîşana ‘mezopotamyaajansi34.com’ a Ajansa Mezopotamya jî ji aliyê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê ve hate astengkirin.