Ahmet Taş ligel ku ‘cezayê’ wî yê 30 salan qediya lê dîsa jî nehat berdan

Girtiyê bi navê Ahmet Taş 30 sal in di girtîgehê de bû. Taş duh ji malbata xwe re ragihand ku wê îro derkeve lê berdana Taş 6 mehan hate taloqkirin.

Ahmet Taş ê ku di sala 1992’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû girtin û derbarê wî bi hincetên siyasî cezayê muebetê hatibû birîn. Divê Ahmet Taş îro bihata berdan. Taş duh telefonî malbata xwe kir û diyar kir ku wê di 31’ê Cotmehê de were berdan. Malbatê jî amadekariyên xwe kir û tevî rêveberên EGE TÛHAY-DER’ê îro çû pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Şakranê

JI BER KU POŞMANÎ QEBÛL NEKIR NEHATE BERDAN

Dema ku malbat û rêveberên komeleyê li pêşiya girtîgehê bûn, Desteya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê ji Taş re ragihand, ji ber ku Taş ‘poşmanî’ qebûl nekiriye, berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin.

Taş telefonî malbata xwe kir û diyar kir ku berdana wî hatiye taloqkirin.

Hevseroka EGE TÛHAYDER’ê Nîlay Guleser diyar kir malbata Taş bi pênc wesayîtan ji Stenbolê hatiye ber girtîgehê û got “Lê em dibînin ku berdana Taş 6 mehan hatiye taloqkirin. Tu zemîneke hiqûqî ya vî tiştî tune. Em vê bêhiqûqtiyê qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe ya demokratîk li her derê bidomînin.”