Ahmet Kiliç li Bremenê hate bîranîn

Ahmet Kiliç ku bi navê 'Mele Mûrat' dihate naskirin, li bajarê Bremenê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Ahmet Kiliç ku di nava gelê Kurd de weke Mele Mûrat dihate naskirin, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate bîranîn. Merasîma bîanînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi pêşengiya rêxistina KOMAW'ê ya Bremenê pêk hat.

Hevrêyê Kiliç Bunyamîn Xanî, nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Eşref, ji NAV-YEK'ê Hecî Çelîk, Hevserokê NAV-DEM'ê yê Eyaletê Saît Bîlgîn, Nûnera Tevgera Jinên Kurd Munevver Azîzoglû, ji berdevkên PYD'ê Şerzad Rojava, bi navê NCDK a Bremenê Kenan Koç li civîna bîranînê axivîn. Bi navê dayikên şehîdan jî dayika Binevş Edesa Dayika Eydê û welatiyan nêrîna xwe anîn ziman.

Qisekeran qala sekna têkoşer a Ahmet Kiliç, dilsoziya wî ya bi gel re û hevaltiya wî ya bi her kesî re kirin. Her wiha işaret bi dilsoziya Kiliç a bi Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin.