Agirî: NÇM akademiya çanda Kurdî ye

Rêncber Agirî ku di NÇM û saziyên girêdayî wê de dixebite û bi çanda Kurdî mezin bûye, diyar kir ku NÇM di rastiyê de akademiya çanda Kurdî ye.

Her çiqasê çand û hunera Kurdî hatibe çewisandin jî, lê bi teknîkên nû hebûna xwe bi pêş dixe û didomîne. Bi taybetî di van salên dawî de em eleqeya ciwanan di vî warî de û xebatên wan ên ji bo pêşxistina çanda kevneşopî ya Kurdî dibînin. Rêncber Agirî jî yek ji van ciwanan e. Agirî di temenekî ciwan de bi dengbêjiyê re hat naskirin û ji bo çanda Kurdî zindî bimîne dest bi xebatê kir.

Agirî li gundekî navçeya Panosê ya Agiriyê ji dayik bûye û heta 15 saliya xwe bi malbata xwe ya welatparêz re jiyaye. Agirî piştî ku diçe Stenbolê, li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi xwendina muzîkê ya profesyonel dike. Agirî da zanîn ku yek ji sedemên bingehîn ên destpêkirina xwendina muzîkê li NÇM'ê bandora pejirandina vê qadê û berdewamkirina vê bûye.

SERPÊHATIYA JI ZAROKATÎ HATÎ DESTPÊKIRIN

Agirî pêvajoya xwendina xwe ya profesyonel a muzîkê wiha bi kurtî anî ziman: “Min di sala 2008’an de li NÇM’ê dest bi perwerdê kir. Wê demê min baglama nas kir û yekser dest bi dîtina perwerdeya wê kir. Ez fikirîm ku divê ez ji NÇM’ê destpê bikim da ku ez çêtir fam bikim bê ka muzîk çi ye, têkiliya wê ya bi dîrokê û îro re û zemîna teorîk a vê qadê çiye. Ez di sala 2015’an de çûme Amedê. Min perwerdeya xwe li Akademiya Muzîkê ya Aram Tîgran domand. Piştî ku salek li vê akademiyê mam, saziya ku em tê de bûn ji ber qeyûmên tayînî şaredariyê hatin kirin, hatin girtin. Piştre me bi keda xwe Akademiya Muzîkê ya MA ava kir û li vir xebatên xwe domandin. Li vir jî me hem perwerde dikir, hem jî me didît. Piştî 3-4 salan min Akademiya Muzîkê ya MA qedand. Niha jî li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê ku di bin banê NÇM'ê de xebatên xwe didomîne, xwendina xwe ya muzîkê didomînim."

AMATORTÎ XWEZAYÎBÛN BI XWE YE

Agirî eleqeya xwe ya bi muzîkê re bi Serhedîbûna xwe ve girê dide ku li van axan ji her malbatê teqez çend kes stranan dibêjin û wiha pêde çû: “Di malbata me de dayika min tim stran digotin. Diya min kasetên dengbêjên ku ji me re dihatin tijî dikir û bi me dida guhdarkirin. Em bi şev bi vegotina çîrokan mezin bûn. Ji ber vê yekê zarokatiya min di vî warî de xurt bû, vê yekê jî eleqeya min bi muzîk û çanda Kurdî re zêde kir. Her wiha dikarim bibêjim ku bi temamî bi keda dayika min pêş ket. Helbet ew serdem wek 'amator' tên binavkirin, lê ez difikirim ku ev pêvajoyek xwezayî ye. Ji amatorbûyînê zêdetir, eger em bêjin ku bi berhemên xwezayê re xwediyê têgihîştineke xwezayî ya muzîkê ye wê sûda xwe hebe.”

NÇM AKADEMIYA ÇANDA KURDÎ YE

Agirî têkildarî rola saziyên ku pêre dixebite ev tişt parve kir: “Armanca sereke ya van saziyan ew e ku di nava civakê de bin. Dîsa parastina çand û nirxên ku li ber windabûnê ne û gihandina wê ji bo nifşên paşerojê ye. NÇM û şaxên wê yên din li ser esasê parastin û pêşvebirina wêje, muzîk, folklor û berhemên din ên Kurdan ku hewl dihat dayin bên asîmîlekirin. Mînak em bi pergalek ku li Kurdistanê lîstikên zarokan werdigerîne Tirkî re rû bi rû bûn. Vegerandina berhemên ku bi Tirkî hatibûn wergerandin an jî winda bûne ji civaka Kurd re bû karê sereke yê NÇM û saziyên bi vî rengî. Ji ber ku civak dikare nirxekî xwe li gundan biparêze, di jiyana bajar de jî parastina wê erka me ye. NÇM di rastiyê de akademiya çanda Kurdî ye.”

HER STRANEK ÇÎROKEKÎ XWE HEYE

Rênçber Agirî diyar kir ku ew jî ji bo pêşxistina çanda Kurdî bi hemû hêza xwe hewl dide û wiha got: “Tevî ku min berê stran digot jî, haya min ji naveroka strana ku min gotibû tunebû. Piştî ku min li NÇM'ê destpê kir, min dest pê kir ku di derbarê naverok, herêm û dîroka her stranek ku min gotiye û her karê ku min kiriye de agahî bi dest bixim. Akademî bi rastî jî we heta pirtikên berhemekê yan jî amûrekê zana dike. Weke mînak, tu di derheqê strana ku tu distirî bê ka ayîdê kîjan herêmê ye, çi cure qirik e, dîroka wê ya folklorîk û taybetmendiyên wê yên din çine de dibî xwedî zanabûnek. Ji bo zanîna van, perwerde pêwîst e. Di vê perwerdeyê de naskirina enstrumanan, zanîna dengbêjan û serwerbûyîna li ser kûrahiya şêwe û peyvan heye. Ger hûn bi qada çandê re dixebitin, divê hûn her tiştî bizanibin.”