Agahî ji endamê Meclîsa HDP’ê yê çû Îranê nayê girtin

Ji endamê Meclîsa Giştî ya HDP’ê yê Agiriyê Mehmet Bîrdal ê çû Îranê 5 roj in ti agahiyek jê nehatiye girtin.

Ji endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Mehmet Bîrdal ê ji bo bazirganiyê çû Îranê 5 roj in ti agahiyek jê nehatiye girtin. Malbatê ragihand ku ji Bîrdal ê ji Balafirxaneya Stenbolê çû bajarê Tehran a Îranê ti agahiyek negirtine û ji rewşê bi fikar in.

Bîrdal herî dawî ji bo malbata xwe bi rêya telefonê dayî malbatê aniye ziman ku çûye Deriyê Sînor ê Gurbûlak a navçeya Bazîdê û wê ji vir derbasî welat bibin.