ADGB: 1'ê Gulanê em dakevin qadan

ADGB'ê têkildarî 1'ê Gulanê daxuyaniyek da û bang li karker û kedkaran kir ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku ew careke din 1'ê Gulanê di nava şert û mercên şewbê de pêşwazî dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêvajoya şewbê, nêzîkatiya kapîtalîzmê ya li pergala tenduristiyê û jiyana mirovan bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan û hate gotin, "Careke din hate dîtin ku kapîtalîzm ji derdê mirovahiyê re nabe çareser, berevajî; bi hilberandina pirsgirêkan mirovahiyê dikuje."

ADGB'ê ragihand ku hewl tê dayin, mafên ku karker û kedkaran bi berdêlên giran bi dest xistin, bi bahaneya şewbê yek bi yek ji wan bêne standin û wiha dewam kir: "Mîna her demên krîzê, kapîtalîzm dixwaze fatûreya vê krîzê jî li çîna karker, kedkar, jin, ciwan, koçber, penaber bi kurtasî li bindestan bibire. Li dijî van kiryaran pêlek ji kûrahiyê ve mezin dibe. Li gel zext û qedexeyên şewbê girseyên gel li qadan nîşan didin ku wê fatûreya vê krîzê nedin."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê ADGB'ê bang li çîna karker, kedkar, hêzên antî faşîst, antî kapîtalîst hate kirin ku li dijî êrişên emperyalîst têkoşînê hevpar bikin, di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û nîşan bidin ku wê fatûreya krîzê nedin.