Acettîn: Girtî bi biryar in

Ji Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê Mehmet Acettîn anî ziman ku girtî dixwazin tecrîd bê rakirin û got, "Bi biryar in ku heta ev daxwaza wan a rewa bi cih neyê anîn greva birçîbûnê bi dawî nekin."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'î û vir ve 170 roj in di greva birçîbûnê de ne. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê ku pêvajoya grevên birçîbûnê dişopîne Mehmet Acettîn têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Acettîn bi bîr xist ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan her hefte serlêdanê dikin û anî ziman, ku bersiveke erênî ya ji bo van serlêdanan wê rewşê nerm bike, lê belê desthilatdarî di vê mijarê de gavekê neavêje.

Acettîn destnîşan kir ku bersivdana li daxwazên girtiyan, ji desthilatdariyê bêhtir pêwendiya xwe bi piştgiriya raya giştî heye û got, "Dewlet, dema ku grevên birçîbûnê ne demdirêj be û kes jiyana xwe ji dest nede bi giranî muxatab nabîne. Lewma bi esasî divê raya giştî xwedî li vê çalakiyê derkeve. Lê di vê mijarê de bêdengî heye." Acettîn destnîşan kir ku divê dawî li vê bêdengiyê bê anîn.

'TECRÎD LI HER DERÊ BELAV BÛYE'

Acettîn ragihand ku daxwaza girtiyan rewa ye û anî ziman ku desthilatdarî pîvanên hiqûqê binpê dike û bi hiqûqa dijminatiyê tevdigere. Acettîn diyar kir ku li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya girankirî bi taybetî li dijî şexsekî tê meşandin û ragihand ku ev sîstem bi qanûnên nû re li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Acettîn got, "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir li her derê belav bûye."

'PÊWÎSTÎ BI HEVGIRTINA CIVAKÎ HEYE'

Acettîn destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke mezin e û tenê bi grevên birçîbûnê çareser nabe û got, wê dema bê li dijî tecrîdê karek bikin. Acettîn destnîşan kir ku tecrîd bi hevgirtineke civakî dikare ji holê bê rakirin û got, "Me gava destpêkê ya vê yekê avêt. Em ê li Stenbolê koordînasyona şopandina greva birçîbûnê ragihînin. Piştre jî li dijî tecrîdê bi rengekî giştî dest bi kar bikin."