Ûysal: Komîteya Wezîran a Ewropayê ji bo 'mafê hêviyê' erka xwe pêk nîne

Parêzera Ocalan Newroz Ûysal diyar kir ku ji bo 'mafê hêviyê' ne Komîteya Wezîran a Ewropayê ne jî dewleta Tirk erka xwe bi cih nînin û got, di asta neteweyî û navneteweyî de saziyên hiqûq û mafên mirovan li ser vê mijarê hewl didin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal têkildarî asta hiqûqî ya astengiyên hevdîtin, cezayê disiplîn, mafê hêviyê, rola CPT û hevdîtinên wê ya li Îmralî û saziyên mafê mirovan ên li ser tecrîda giran a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiv da pirsên ANF’ê.

Ji sala 2011’an û vir ve we çend serlêdan kirine, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Berê îdîayên ‘koster xirabe ye’ û ‘rewşa hewayê xirabe’ weke hincet dihatin nîşandan. Lê niha qet bersivek ji bo serlêdanên we nayên dayîn? Hûn vê rewşê çawa dinirxînin, aliyê vê yê hiqûqî çiye?

Li gorî hiqûqa Tirkiye di nava 5 rojên hefteyê de saet navbera 09:00-17:00’an hevdîtin dikare pêk bên. Sala 1999’an ji roja Birêz Abdullah Ocalan hate girtin û bicihkirina li Îmralİ li gorî qanûnê hevdîtinên parêzeran pêk nehatine, astengî hatine danîn. Piştî darezandinê ji ber rewşa giravî ya li Îmralî dewleta Tirk vê yekê cuda girt dest, hevdîtinên parêzeran kirin heftê rojek û ew jî saetek diyar kir. Astengiyên ji bo serlêdanên me yên borî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û CPT’ê jî ev yek diyar kir ku ne li gorî hiqûqa Tirkiye û ne jî Neteweyên Yekbûyî tê kirin. Ji Tirkiye daxwaz kiriye ku guherînê bikin. Lê Tirkiye ev yek qebûl nekiriye. Di roja îro de jî hevdîtina ku divê bê kirin, pêk nayê. Bi vî rengî hevdîtin bi salane tê astengkirin û salên dawî jî tê qedexekirin. Berê hevdîtin bi hincetên ‘koster xirabe ye’ û ‘rewşa hewayê ne baş e’ dihatin qedexekirin. Piştî hewldana darbeya li Tirkiye, vê carê bi hinceta Rewşa Awarte hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin qedexekirin. Wê demê jî di asta hiqûqî de jî serlêdan kir ku wiha nabe. Piştre dewletê guherînek kir, piştî 6 mehan parêzer hevdîtinê bikin. Piştî Rewşa Awarte bi dawî jî bû Dadgeha Bûrsa ya Înfazê biryar girt û hevdîtina parêzeran qedexe dike. Lê li gorî qanûnên Tirkiye, eger hevdîtin bi parêzeran re pêk neyê, divê hevdîtinê li gorî ewlehiya civakê û girtîgehê girtename neyê girtin, girtîgeh daxwaznameyek neşîne, dadgeh tenê ji bo wan parêzer an parêzerekê dikare qedexe derxîne. Lê li Îmralİ li ser Birêz Ocalan û girtiyên din, ne tenê hevdîtin hatine qedexekirin, ev maf ji holê hatiye rakirin. Dibêje; ‘ez mafê wî yê hevdîtinên parêzer ji holê radike,’ vê dixe biryar. Îro li gorî qanûnên Tirkiye derfetê ku vî mafî ji holê rake tine. Di asta navneteweyî de ji xwe astengkirina hevdîtina saetekê nayê qedexekirin. Ji sala 2011’an heta îro em 5 caran û sala 2019’an me kariye hevdîtine bikin. Herî dawî Rewşa Awarte rabû ji meha îlonê 2018’an heta vê gavê serlêdanê me jî bê bersiv dimînin. Li ser vê rewşê jî em serlêdanên nû dikin, wê demê em pê dihesin biryarên nû li hember parêzeran hatiye girtin. Ji bo hevdîtin bê kirin heftê du carî serlêdan dikin, yek roja hatî diyarkirin ya duyem jî eger ew roj hevdîtin pêk neyê rojeke din bê diyarkirin, serlêdan dikin. Ji sala 2021’ê heta vê demê her heftê du carî hevdîtin kiriye. Ji 2021’ê heta vê mehê me 87 serlêdan kiriye. 

Piştî demek dirêj û li ser zêdebûna fikaran herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryarê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek pêkanîn bû, ew jî di nîvî de qût bû. Ocalan gotibû; ‘Çima hatî hevdîtinê’ hûn weke parêzer vê peyamê çawa dinirxînin? Ev gotin tê çi wateyê? Gelo ev peyamek bû ji bo dewletê yan na? 

Gelek kes Birêz Ocalan weke rêberê xwe dibîne. Îro rêxistinek li Rojhilata Navîn û cîhanê nav daye, hêviyek tê dîtin. Birêz Ocalan weke çavkanî û rêberê vê îdeolojî û jiyana nû tê dîtin. Ji ber wê rewşa Birêz Ocalan di asta hiqûqî de pergala Îmralî ya tecrîd û îzalasyonê û herî dawî weke êşkence em binav dikin. Armanca wê di asta siyasî de xistina îradeya Birêz Ocalan û van gelan e. Ji hevdîtina malbat bigre heta parêzer û dîsa wasî û têkiliyên derve ku mafeke rewa ye, astengkirina wan rewşeke siyasî ye. Em dizanin hevdîtinên bi Birêz Ocalan re çêdibin her tim Birêz Ocalan peyama xwe ji bo çareseriyê, ji bo gelê Kurd, ji bo rêxistinên Kurd, li ser rewşa guncav çi be, peyama xwe dide. Ramanên xwe tîne ziman. Ji ber wê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re tê kirin, wateya xwe wiha heye. Herî dawî mafê telefonê hatibû bikaranîn, me wê demê agahî ji Birêz Ocalan standibû. Sedema bikaranîna vê mafê jî, 24 salan ê girtî mafê telefonê ji bo wî nehatibû bikaranî. Tenê 2020-2021’ê karibû bikar bîne. Axaftina li Rihayê di bin çavdêriya dozgariyê de hate kirin. Bikranîna vî mafê jî, ji ber îdîayên li ser jiyana Birêz Ocalan ku hatibûn parvekirin, hate pêkanîn. Her ku diçû bertekên ji bo hevdîtinê zêde bû. Dewleta Tirk li ser zextan ev maf bikar anîn. Birêz Ocalan li ser hevdîtina telefona ku hatibû kirin, helwesta xwe ya li hember dewlet û nêzîkatiya li ber wî ku tenê bide nîşandan dijî, mafê wî yê hevdîtina malbatê heye, rola wî ya siyasî, mafê wî yên weke kesek girtî heta ku hevdîtinek bi rêkûpêk bike, ji bo wê bertekek wiha nîşan da. Dîsa girtiyê bi navê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar li ser girankirina tecrîdê mafê telefonê bikar neanî û ev yek protesto kirin. Birêz Ocalan ev peyama xwe û berteka nîşan da, ev tiştek xeter e, çima bi rêya telefonê hevdîtinê qebûl dikin, ez vê nêzîkatiyê şaş dibînim ev hiqûqî û siyasî ye. Malbat ne muxatabê vê yekê ye. Ez dixwazim bi parêzeran re bicivim. Divê mafê min bi parêzeran re bê kirin. Ev peyam ne tenê ji bo dewletê bû, ji bo raya giştî, parêzer û malbatê bû. Heman demê nêzîkatiya li Birêz Ocalan bû nîşan da. Her kes para xwe ji peyamên Ocalan digire.

Ji bo jinûve nirxandina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldanên ‘mafê hêviyê’ heye. Li aliyê din em dibînin dewleta Tirk li ser hev ‘cezayê disiplînê’ dide Ocalan. Ev ceza di rewşeke wiha de tê çi wateyê? Aliyê vê yê hiqûqî çiye?

Ji ber cezayê disiplînê bi Birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin nayên kirin. Ji ber li gorî qanûna Tirkiye ‘cezayê disiplînê’ ji bo parêzeran nabe sedem ku hevdîtinê pêk neîne. Ji bo malbatê 3 mehan carek ‘cezayê disiplînê’ tê dayîn, ji bo parêzeran 6 mehan carek biryar tê girtin. Çawa hincetên ‘koster xirabe ye, hewa nebaşe’ û îro jî bi ‘cezayên disiplînê’ jî bi heman rengî ne li gorî hiqûqê ye. Ji ber ku tu nikarî kesekî li ser hev ku ev bû 4 sal derbas bû her sê mehan carek biryarên nû tên girtin. Ev ne li gorî qanûnên Tirkiye û ne jî li gorî peymanên mafê mirovan û ne jî girtiyane. Divê ev yek neyê kirin. Tişta herî balkêş di mijara ‘cezayê disiplînê’ de em parêzerên wan nikarin xwe bigihînin dosyayên Birêz Ocalan û hersê girtiyên din. Ji bo parêzeran mijara ewlehiyê didin nîşandan ku parêzer dosya digirin û bi raya giştî re parve dikin ev jî dibe sedemê aloziyan. Li gorî hiqûqa Tirkiye divê parêzer vê rewşê bişopîne û bikaribin parastina muwekîlên xwe bike. Divê bizane bê ka çima ‘cezayê disiplînê’ lê hatiye birîn û ji vê mijarê agahdar bibe. Lê parêzer em nikarin bigihêjin van dosyayan. Ev dosya ji me tên revandin. Heman demê serlêdanên me jî bê bersiv dimîne. Em li ser vê rewşê dibêjin heger cezayê disiplînê hebe, divê em agahdar bibin û dosya bê parvekirin, ev jî nayê kirin. Vê yekê ji me diveşêrin. Serlêdanek me ya sala 2011’an a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya berê heye, di vê serlêdanê de dewleta Tirkiye parastin şand, me zanî ‘cezayê disiplînê’ çima li Birêz Ocalan tê birîn. 2018-2019’an pê hesiya, Birêz Ocalan û hersê girtî bi hev re derdikevin û mafê sporê bikartînin, voleybol dileyîzin. Bi qasî saetek berî ku biqede biqasî 10-15 deqe biqede bi hev re sohbet yan jî bi hev re daxivin, digerin. Ji ber ku mafê sporê bi kar neanîne bi hev re axivîne, ev ‘cezayê disiplînê’ li wan biriye. Sedemekê wiha li hiqûqê tine û di jiyanê de jî nîne. Ev yek weke sedem nayê nîşandan. Bi vê sedemê demeke dirêj ‘cezayê disiplînê’ li wan tê birîn. Ne hevdîtin heye, parêzer nikarin hevdîtin bikin. Ti agahî em nikarin jê birin, em dibînin ‘cezayê disiplînê’ tê birîn. Ewqas têkilî qut in û di asta hiqûq de maf hatiye qutkirin, ‘cezayê disiplînê’ tê birîn. Ev nêzîkatiyeke kêfî ye. Cezayên disiplînê ji bo hevdîtinên malbatan bûne asteng. Li ser vê di asta hiqûqî de me bi sedan serlêdan kiriye, me rapor parvekirine. Ji xwe li ser serlêdan û dîsa ‘cezayên disiplînê’ em tim raporên amade dikin û ji CPT’ê re dişînin û wan agahdar dikin. Dewleta Tirkye vê nêzîkatiya xwe ya derhiqûqî gav bi paşve neavêtiye. CPT Gulana 2019’an dema serlêdana Îmrali kir ‘cezayê disiplînê’ ketibûn meryetê. Li ser vê di rapora xwe ya me Tebaxa 2020’ê eşkere kiribû gotibû ku hûn nikarin li ser rewşa tiştek li girtîgehê rû didin, cezayê disiplînê bibirin, hevdîtinên malbatan demeke dirêj asteng bikin. Divê ev sekna Tirkiye were guhertin, sedemên disiplînê lê hatine birîn, sedemên xapandin û cidî nîne. Em dibînin piştî vê raporê û herî dawî sala 2022’an dîsa ‘cezayê disiplînê’ hatin dayîn. Bi vî rengî bersiv dan CPT’ê.

Di mijara şopandina mafê hêviyê de berpirsyariya Konseya Ewropayê, bi taybetî jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT çi ye? Ji ber ku di nava raya giştî de fikar hene û timî tê gotin ku sîstema Îmraliyê bi agahdarî û destûra van hêzan hatiye danîn. Her wiha guman li ser rola van saziyên Ewropayê ya di birîna cezayê dîsîplînê de jî heye?

Mafê hêviyê ji ber ku 8 sal derbas bûne, bicihanîna vê biryarê ew e li gorî qanûnên Tirkiye guherîn pêk bên. Yên vê bişopîne û vê guherînê pêk bîne, Komîteya Wezîran a girêdayî Saziya Konseya Ewropa ye. Bi komîteyê re dicivin û agahiyan parve dikin ku divê ev yek bê guherîn. Dewleta Tirkiye ne li nav xwe li ser vê guherînê xebatê dike, ne jî Komîteya Wezîran zextek wisa cidî li Tirkiye kiriye ku gavek bide avêtin. Va 8 sale tenê carekê weke rojev di civîna xwe de nîqaş kiriye, di vê civînê de Tirkiye demeke dirêj bersiv neda komîteyê. Herî dawî plana çalakiyê ji nû ve parve kir. Di serî de sala 2015, 2021, 2022’an plana siyemîn bû da komîteyê ku wê çawa bikare guherîna li qanûnê bike. Lê di nava vê planê de ti çalakî nîne, tenê agahî daye komîteyê. Îro komîte li ser vê nêzîkatiya dewleta Tirk divê bikeve nava hewldanê ku encam jê bê girtin. Ji bilî me saziyên hiqûq û mafê mirovan ên li Tirkiye xebatê dikin, ew vê dozê dişopînin. Daxwazên xwe bi komîteyê re parve dikin. Di asta navneteweyî de jî saziyên hiqûqa mafê mirovan xebatên wan hene ku li ser vê mafê hêvî, muebeta girankirî li Tirkiye bide guherîn xebatên agahdarbûyînê dikin. Ji bo guherîna ku tê xwestin komîte bike di warê hiqûqî de ti astengî pêşiya wan nîne, dikarin di demek nêzîk de zextê li dewleta Tirk bike, ji bo guherînê pêk bîne. Yan jî bi awayeke fermî, hinek biryaran li ser dewleta Tirkiye bigire. Divê komîte nebicihanîna vê biryarê di çapemeniya navdewletî de ji raya giştî re eşkere bike. Komîte li ser tecrîdê zêde kar nake, diyar dike ku CPT ji vê yekê erkdar e. Di aliyê siyasî de li ser rewşa Birêz Ocalan guherîn pêk neyên, tecrîd wê bidome û dîsa Tirkiye li Kurdistanê şer bi dijwarî dewam dike. Ji bo komîte erka xwe pêk bîne, hem li Tirkiye û hem jî li qada navneteweyî wê xebatên me yên bi sazî, kesayet û hiqûqnasan re dewam bike. 

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji bilî gotina 'Me hevdîtin bi yên li Îmraliyê re kir' tiştekî din negot. Baş e ji bo çi çûbû Îmraliyê? Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li wê derê çi kir? Bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din re li ser çi axivî? Ev pirs jî di nav de gelek pirsên din li benda bersivê ne, her wiha ragihand ku wê vê yekê bi raporekê pêşkêşî Tirkiye bike û li ser erêkirina Tirkiye rapora xwe eşkere bikin. Eger Tirkiye jî nexwaze eşkere nake. Li vir pirsek li pirsên jor zêde bikim. Çi bû sedem ku vê demê CPT serdana Îmrali bike? Gelo zextek hebû li ser an kareke rûtînî bû ku serdan kir?

24 salên Îmrali qonaxên xeter derbas bûne. Salên dawî xeterî zêdetir bûne, ji nepêkanîna hiqûqê bigire heta binpêkirinên mafan û kiryarên dermirovî pir zêde bûne. Ji roja mafê telefonê hate qutkirin heta niha têkiliyek bi Îmrali re pêk nehatiye. Bi hemû rengî têkilî hatine qutkirin. Li ser vê yekê bi dehan carî me serlêdan kir û da zanîn ku berpirsyariya we heye hûn vê bidin guherîn. Me anî ziman ku ti agahî jê nagirin û mayîna wî li Îmrali û mafê Birêz Ocalan û her sê girtiyên din tên qutkirin. Divê hûn wisa bikin ku em van mafên parêzer û malbatan bikar bînin. Hûn dîsa biçin bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. 19 meh derbas bû. CPT demek dirêj li ber daxwazên me bêdeng ma, herî dawî em bi rêya giştî pê hesiyan 29’ê Îlona îsal li Tirkiye serdana navendên koçberiyê û dîsa serî li Îmrali jî dane. Ji tiştên li ser çapemeniyê hatin parvekirin, zêdetir em nekarî agahî bigirin. Em dizanin şandeyên siyasî û cuda bi wan re cuda hevdîtin dikin. Li ser rewşa tenduristiya Ocalan û her sê girtiyên din, mafê wan di çi astê de ne, bi ti awayî agahî parve nekirin. Ji bo agahî were girtin divê rapora wan bê eşkerekirin. Ew jî li gorî presedûran heta ku dewleta Tirk destûr nedin, nikarin vê raporê parve bikin. Li gorî rêziknameya li CPT hatî avakirin, eger dewletek demek dirêj pêşniyarên CPT’ê pêk neîne, mafê girtina asteng bike, binpêkirinên giran bike û demek dirêj pêk neîne, wê demê CPT dikare bê erêkirina wê dewletê mafê parvekirina rapora amadekirî heye. Lê CPT li ber dewleta Tirkiye naxwaze vê yekê bike, ji ber ku di asta navnetewî û siyasî de CPT û Komîteya Wezîran û Konseya Ewropa jî ji van dewletan pêk tê. Em dibînin di mijara erk û berpirsyarî de jî bandora berjewendiyên van dewletan derdikeve pêş. Ne li gorî peyman û rêzikname, li gorî rewşa siyasî nêzîkatiyên wan têne guhertin. Di raporên CTP’ê yên sala 2013, 2016, 2019, 2020’an yên li ser rewşa Îmralî tesbîtên wan pir in, em dixwazin li gorî tesbît û pêşniyarên xwe bikarin di dewleta Tirk ye de guherînan bikin.