'Şoreşa me berhema keda ji 40 salî ye'

Hediya Ramo ku bi rengekî çalak cihê xwe di nava berxwedana Rojava de digire û zarokên xwe jî kiriye şervan, diyar kir ku Şoreşa Rojava ne encama têkoşîna 7 salan e, ew berhema têkoşîna ji 40 salî ye.

Hediya Ramo dayikek e ku salên 1995-95'an têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kiriye. Gav bi gav têkiliya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re xurt kir û bû yek ji kedkarên qedîm ê vê têkoşînê. Ramo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û lê guhdarî kir, ji ber desteka xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd 2 caran li zindanên rejîma Baasê hate girtin.

Hediya Ramo ji destpêkê heta niha cihê xwe di nava karê şoreşê de digire. 3 kurên xwe tevlî nava refên YPG'ê kir. Ramo ku niha Hevseroka Komuna Şehîd Kamûran a li Qamişloyê ye, cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî yên Jinê (HPC-JIN) de digire û kolan û taxa xwe diparêze.

Hediya Ramo destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava ketine nava hev û got, "Şoreşa li Rojava keda 7 salan nîne. Ew berhema têkoşîna ji 40 salî ye."

'ŞOREŞA ME BI BERDÊLÊN GELEKÎ GIRAN BI PÊŞ VE ÇÛ'

Mala Ramo ku li gel zext û zordariya rejîmê jî di salên 2000'î de ji bo gerîlayan mîna dibistanekê bû, bi destpêkirina Şoreşa Rojava d eweke navendeke amadekirina şoreşê hate bikaranîn. Ramo diyar kir ku piştî yek ji smebolên Şoreşa Rojava Ş. Xebat Dêrik ji bo amadekariyê hate mala wan, wê fêhm kir ku wê şoreş pêk were û cihê xwe di karê şoreşê de girt.

Ramo da xuyakirin ku ne tenê zarokên wê, piraniya ciwanan pêl bi pêl berê xwe didan nava refên YPG'ê û got, "Ji cîranên me, xizmên me gelek ciwan tevlî nava YPG'ê bûn. Dema ku êrîşên li ser şoreşê dest pê kirin, gelek fermandarên fedakar şehîd bûn. Zehmetî û kêfxweşiya me bi hev re bûn. Lê belê weke dayikan a ku herî zêde tehde li me dikir ew bû me rojane şehîd radikir. Rojna me panzdeh, rojna jî sih şehîd bi hev re dispart axê. Şoreşa me bi dayina berdêlên gelekî giran bi pêş ve diçû. Wan canê xwe didan, diviya bû me jî keda xwe bidan."

'ŞERVANÊN YPG Û YPJ'Ê ZAROKÊN ME NE'

Ramo ku bi rengekî çalak cihê xwe di nava saziyên şoreşê de girt, ji bo barê şervanên YPG/YPJ'ê hinekî sivik bike, tevî hevlên xwe xwarin ji şervanên li eniyê re çêkir. Hediya Ramo li ser wê wextê got, "Me xwarin çêdikir û dibir ji tabûran re. Ne tenê li Qamişloyê em diçûn eniyên li derveyî Qamişloyê jî. Me carna bi 10-15 beroşan savar, carna goşt çêdikir û dibir ji zarokên xwe re. Ew hemû zarokên me bûn û me ji wan re xwarin û av dibir... Şervanên YPG û YPJ'ê hemû zarokên me bûn."

'BI KEDA MEZIN A RÊBERTÎ EM BI SER KETIN'

Ramo bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan ji bo kurê wê yê bi navê Egîd re gotibû ' Înşaleh wê bibe Egîdek' û diyar kir ku kurê wê niha yek ji fermandarên YPG'ê ye. Ramo got, "Ez jî bi zarokên xwe û bi hemû zarokên me serbilind im. Destpêkê pere tine bû. Ne kinc ne jî fîşek hebûn. Çeteyan bi rengekî giran êrîş dikirin.

Dema ku min û cîranên min dîtin ku zarokên me rahiştine çekê û xaka xwe diparêzin, ji kêfa em bi per û bask bûn. Bi vê serbilindiyê me soz dan ku em ê li pişt zarokê xwe bin. Heta niha jî em li pişt wan e. Me texmîn nedikir ku weke gelê Kurd wê hêza me ya çekdar, wê hêza me ya jinê çêbibe. Me berê rojbûna Rêberê xwe û 15'ê Tebaxê bi dizî pîroz dikir. Em bi ser ketin, bi saya keda mezin a Rêberê xwe bi keç û xortên xwe em bi ser ketin."