Şîmşek ê girtî: Dayikan tecrîd şikand

Salih Şîmşek ku di navbeyna 1’ê Adarê û 26’ê Gulanê de li Girtîgeha Girtîya Elbîstanê di greva birçîbûnê de bû got, ‘’Bi bexwedana dayikên me û ji bo ku dengê me derxistin derve me tecrîd şikand’’.

Salih Şîmşek ku li Girîgeha Girtî ya Meraş /Elbîstanê girtî ye û 86 rojan di greva birçîbûnê de ye û 22 sal in girtî ye, got serfiraziya şikandina tecrîdê bi dayikên çarikspî ye. Bav Behçet Şîmşek jî got ji bo ku dîsa tecrîd neye danîn hewceyî bi têkoşînê heye.

Salih Şîşmek bi malbata xwe re bi telefonê axivî, têkilî şikandina tecrîdê got, hikûmet û rayedarên dewletê bi mehan berxwedana wan ji neditî ve hatine û domand, ‘’Em ji xwe û ji daxwaza xwe ya mafadar êmin bûn. Vîna me qeyîm bû û zelal bû ku heta em encamê nestînin em jê naqerin. Wan bi xwe jî qebûl kir ku şaş kirine ku em ê dev jê biqerin. Lê nefikirîn ku çalakiya ku Leyla Guven dayî destpêkirin li girtîgehê wê lê xwedî were derkevin û li derve jî dayik wê vê geştir bikin. Ev têkoşîna ku me ya xwe kire yek û geş kirî, dawiyê serfirazî da me.’’

XEMA ME NEXWIN

Şîmşek got piştî ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê qediyaye ew û hevalên wî yên ku rewşa wan krîtîk e birine nexweşxane û domand, ‘’Xema me nexwin. Moralê me jixwe geş bû û niha em baştir in. Piştî ku dayikan mil dane vê berxwedana me ya ku me li hundir dikir û dengê me bi rengekî xurt li derve nişan dan me tecrîd şikand. Ev serfirazî ji me bêhtir ya dayikên çarikpsî ye.’’

EM  DESTÛRÊ NEDIN TECRÎDÊ

Bav Behçet Şîmşek jî got şikandina tcrîdê û qedandina çalakiyê ji bo wan mezintirîn xelata cejnê ye û domand, ‘’Ew di greva birçîbûnê de bûn, em jî di dil de. Wan li hundir li ber xwe da,dayikên wan jî li derve. Ji bo ku em bibin dengê wan çi deriyek nema ku em neçûnê. Dawiyê tecrîda 8 salan qediya. Ji niha û pê de ya girîng ew e ku rewşa tendiristiyê ya hevalên me ku ketine çalakiyê baş bibe. Em malbat em ê rewşa wan bişopînin. Mijareke dî ya girîng û divê em bişopînin têkoşîn e da ku dîsa tecrîdê nedeynin. Em ê destura vî tiştî nedin.’’