Şewata li Gabarê didome
Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê xistibû û hefteyek e şewat didome.
Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê xistibû û hefteyek e şewat didome.
Li herêma Çiyayê Gabarê ya li Şirnexê ji helîkopterê gule hatibû reşandin û ji ber vê agir bi daristanê ketibû.
Operasyona hêzên dagirker didome, li herêma Êwan û Bênatê jî şewat nayê tefandin û destûr nayê dayîn ku şewat were tefandin. Şewata li herêmê hefteyek e didome.