Şewat, şerê li dijî aboriya Rojava ye?

Piştî ku DAÎŞ ji hêla leşkerî ve hate têkbirin niha jî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şewatê ketiye. Piştî ku dema bênderan dest pê kir, bi rengekî ku bi guman şewatan bi sed hezaran domin dexl şewitîn.

Li Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku erdên wê yên çandinyê pir zêde ne, van demên dawî gelek şewatên bi guman çêbûn.

MECLÎSA REQA: TÊ XWESTIN KU ABORÎ WERE TINEKIRIN

Herî dawî li Reqayê 28 donim erdê çandî şewitî. Yek ji rayedarên Gerînendiya Çandiniyê yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Heyder El-Mûsa got, ''Tê xwestin ku erdên çandiniyê ku hîmê aboriya herêmê ye bi şewatan were tinekirin.''

Şewata li Reqayê di demeke wiha de ku ber zêde bûne û biha kêm bûne, pêk hat. Li bajêr ku ji dest çeteyên DAÎŞ'ê hatî rizgarkirin û ji nû ve jiyan lê hatî avakirin, piştî ku şînî zêde bûn dest bi firotina wê ya derve jî kirin.''

Ebû Mûsa got, ''Hêzên dijmin bi şewitandina erdên çandiniyê dixwaze derbê li projeya aboriyê bixin. Îsal baran baş bû û bera ku jê hatî ji ya ku me hêvî dikir baştir bû. Lê hin hêz bi vî rengî aboriya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dikine hedef.''

El Mûsa got ji bo rewşên lezgîn ew li gelek cihan tîmên agirkujiyê hazir dihêlin û got, ''Em ê rizqê gel biparêzin. Em bi hev re şêwatê vemirînin û ziyanê dabîn bikin.''

Serê vê heftiyê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî şewatan banga lezgîn kir û got, ''Gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze yên li  Herêma Cizîrê divê her kes hazir be, destekê bide tîmên agirkujiyê, rayedaran û bi dest xwe re şewata li erdên genim û ceh vemirînin.''

MECLÎSA CIZÎRÊ: KANÊN ABORYA CIVAKÊ DIKIN HEDEF

Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê diyar kir, ku şewatan aborî kiriye hedefa xwe û got, ''Şewatên li herêmê, kanên abora gel û aborî kiriye hedef û bi çarçoweya şerê taybet e, bi zanebûn tê kirin.''

GELEK ERD BÛNE XWELÎ

Vê heftiyê li navçeyên Til Hemis û Tirbêsipiyê yê Qamişlo, li Dirbêsiyê ya Hesekê, li Amûdê ya Cizîrê û Til Koçerê şewat çêbûn.

Li Til Hemîs 16 û li Dirbêsiyê li 10 gundan şewat çêbû. Tîmên agirkuj û gel şewat 11'ê Hezîranê vemirandin.

Li gundê Birîva yê Amûdê jî zevî şewitîn, li gundên Til Lehîm û Bardê yên Til Hemîsê şewatê ziyaneke mezin anî.

Şewata 11'ê Hezîranê ya li Til Koçer bi tîmên agirkuj û alîkariya gel hate tefandin.

Şewata herî mezin li Tirbespiyê derket. Dema vemirindina şewatê şervanên YPG/YJ'ê jî alîkarî dan. Nêzî 100 donim zevî bûne xwelî.