Şevger: Em ê li ser şopa şehîd Rênas Roj û tevahî şehîdan bimeşin

Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger bal kişand ser têkoşîn û kesayeta Fermandarê YPG’ê Rênas Roj û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa wî bimeşin. Şevger bang li ciwanan kir ku xwedî li şehîdan derkevin.

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger qala Fermandarê YPG’ê Rênas Roj ê 19’ê Tebaxa 2021’ê di encam bombebarankirin wesayîta wan a li ser rêya Elî Fero şehîd bû kir. Şevgera her wiha di nava nirxandinên xwe de bal kişandin ser rola şehîd Hevrê Şerko, Sîrwan, Hêja û Rêvan.

Fermandar Şevger qala ser kesayet û têkoşîna endamê Konseya Fermandariya YPG’ê Rênas Roj û got: “Hevrê Rênas ji malbateke welatparêz û bi taybet bi tekoşîna xwe tê naskirin, hevrêyeke ji Seqizê ye. Di nava tekoşîna Apocî de ev bû du bira gihiştin asta şehadetê. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê xwedî lê derketin bi taybet jî Seqiz, lê belê pêwîste gelê me yê Hewraman û Ciwanro xwedî li heval Rênas derbikevin. Ji ber ku hevrê Rênas li Hewraman fermandarî kir, xwest ku bi fikr û ramanê Rêber Apo xwe bigihîne gel, êrîşên li ser civaka me ya Hewraman û Ciwanro dixwest xwe bigihîjinê û birêxistin bike, gelek ked da, ji herêma Koselan hetanî Şaho û Ciwanro kar û xebat meşandin, ji bo tevger û gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê wendahiyekî mezin bû. Em wekî şexs hetanî dawî bibin şopdarê hevrê Rênas, xwedî li tekoşîna wî, welatparêzbûna wî, milîtantiya wî, mitewazîbûna wî, dilnizmbûnê wî derbikevin û li Rojhilatê Kurdistanê em ê li ser şopa wî tekoşîn bikin.

‘DIVÊ HEMÛ DAYIKÊN ROJHILAT BIBIN XWEDÎ HELWESTA DAYIKA RÊNAS ROJ; HELWESTA WÊ JI BO ME FERMAN E’

Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger bal kişand ser helwesta dayika Roj û wiha domand: “Em bi fikr û ramanê malbata hevalê xwe Rênas serbilind in, me ji fikr û ramanê dayika hevrêyê xwe Rênas moral û hêz girt, bi serbilindî dayika hevrê Rênas ji me re bû mînak. Hemû dayikên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste helwesta dayika hevrê Rênas ji xwe re esas bigrin, bi wê helwest û nêzîkatiyê xwe bi rêxistin bikin. Hemû dayikên şehîd yên di Rojhilatê Kurdistanê de xwe birêxistinkirin, xwedî li şehîdan derketin erkên li ser milê dayikên me ne. Helwesta dayika hevrêyê me Rênas ji bo me wekî fermanek e, wek hevrêyekî Rênas em ê tekoşîn bikin, ji bo azadiya gelê xwe û welatê xwe çeka hevrêyê xwe li erdê nahêlin.”

‘ŞEHÎD ŞÊRKO, SÎRWAN, HÊJA Û RÊVAN LI SER RAMAN RÊBER APO LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ TÊKOŞIYAN’

Şevger diyar kir ku hevrê Şerko, Sîrwan û Hêja wan jî tekoşîn kirin û got: “Van hevrêyan jî hewl dan ku bi fikrekî azad, gerîlatiyeke nûjen di Rojhilatê Kurdistanê de tekoşîn bikin. Di heman demê de hevrêya me Rêvan ji bo ku zilma li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser jinê tê meşandin, ji bo xwe bigihîjine her jinek di Rojhilatê Kurdistanê de û bi fikrê Rêber Apo wê bide naskirin tekoşîn kir û gihişt asta şehadetê.”

‘GERÎLA JI BO PARASTINA GEL HEYE, JI BO WÊ DIVÊ XWEDÎ LÊ DERKEVIN’

Fermandar Şiyar Şevger anî ziman ku divê gel xwedî li şehîdan derbikevin û ev nirxandin kir: “Gelê me yê hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste xwedî li van şehîdan derbikevin. Ji ber ku van şehîdan ne bi bawerî, ne bi hêz, ne bi hebûna dewleta Îranê ya dagirker şehîd ketin. Ji ber ku ev hevrêyên me bi destê çetan, cehşan şehîd ketin. Gelê me pêwîste vê bizanibin. Dijminê me ewqas bi hêz nîne ku bikaribe were ser me û me şehîd bixîne. Bi destê hindek cehşê ku ji cewherê xwe dûr ji Kurdeyatiya xwe dûr, dikevine pey hevrêyên me û wana şehîd dixînin. Pêwîste bifikirin ku van ciwanê Kurd ji bo hebûna me şer dikin û canê xwe didin ji ber wê gelê me pêwîste bizanibin bi taybet gelê me yê Sûreto çawa her sê hevrêyên me li wê derê şehîd ketin, gelê me yê Sûreto welatparêz bû, neha jî welatparêz e; lê belê yê ku pêşengatî ji dijmin re kir û birin ser hevrêyên me pêwîste baş bizanibin. Ew hevrê ji bo parastina gelê me li wê derê ne ji bo wî gelî bi rêxistin bikin ew hevrê li wê derê ne, welatê me ye em jî di nava axa welatê xwe de ne, pêwîste hûn gerîla biparêzin û di heman demê de pêwîste xwedî li gerîla derbikevin. Ji ber ku yê/a ku te biparêze û te bi fikr bike gerîla ye, yê ku pêşengatiyekî rast ji te re bike dîsa gerîla ye. Ger ku dijmin cesaret nake were ser te, ji ber ku gerîla li wê derê heye ji ber wê pêwîste tu gerîla biparêzî, ne tu bikevî pêşiya dijmin û werî ser hevrêyên me. Gelê me yê Sûreto bi taybet pêwîste mirovên xerab di nava xwe de nehêlin, mirovên xerab di kîjan gundî de hebin bila hebin gerek di nava xwe de nehêlin biryar bigrin û biqewtînin di vê mijarê de pêwîste gelê me xwedî bi biryar bin.”

‘ÎRAN DIXWAZE GEL Û GERÎLA JI HEV QÛT BIKE; JI BO CIWANAN JI RÊ DERBIXE FÊRÎ MADEYÊN HIŞBIR DIKIN’

Şevger bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li ser gelê herêma Hewreman û wiha pêde çû: “Dewleta Îran a dagirker li ser gelê me yê herêma Hewreman siyasetekî qirêj dide meşandin. Dixwaze PJAK di wê herêmê de reş bike û cuda bide nîşandan. Ji ber wê pêwîste ciwanên me yên Hewraman ji yên hemû gundên derdorê Hewraman, ji Dûrû, Rezawa, Degaga, Hewramanê Text, Slîn, Rowar, Del, Kanî Hesen Beg, Dizewandê jor û jêr, Delemer, Esprêz, Jîwar û Pilingan, ciwanên me yên wan gundan pêwîste xwe bi rêxistin bikin û gerîla biparêzin. Ji ber ku dijmin siyasetekî qirêj li ser gelê me dimeşîne. Dagirkerî dixwaze bi giştî Kurdistan û bi taybet herêma me ya Hewraman gel û gerîla ji hevdû qut bike bi rêka madeyên hişbir, cehştiyê bi rêkên cuda cuda di hêla bê bawerbûnê de siyasetekî li ser gelê me dide meşandin. Pêwîste gelê me û bi taybet ciwanên me yên Hewramanê şehîdên me yên Hewramî zêde ne; şehîd Serhed heye çend hevrêyên me yên li Silînê şehîd ketine hene, hevrêyên cuda cuda hene, pêwîste ciwanên me van şehadetan van şehadetan ji bîr nekin. Heval Şerko, Sîrwan û Hêja divê ji bîr nekin, hevrê Rênas pêwîste ji bîr nekin hevrê Rênas li Koselan ji wê herêmê heta Kuremiyane, Merîwan, Şaho û Ciwanro kar û xebat meşand. Pêwîste ciwanên me van hevrêyan ji bîr nekin û bi siyaseta dijmin re nebin yek. Ji ber ku tiştekî ku dijmin bide me nîne, pêwîste bi ked û xwîdana xwe kar bikin.”

‘TEVLÎ GERÎLA BIBIN, TÊBIKOŞIN; GERÎLA BIPARÊZIN’

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistan (YRK) Şiyar Şevger anî ziman ku ji bo ew bikaribin siyaseta dijmin a li ser gel dide meşandin vala derbixînin, pêwîste ciwan tevlî refên gerîla bibin û wiha domand: “Ji bo em xwedî li wan şehadetan derbikevin, bikarin beşek em siyaseta dijmin vala derxînin, beşekî din jî em ê tevlî gerîla bibin û li welatê xwe li dijî dijminê tekoşîn bikin. Bi taybet ciwanên me yên Hewraman û hemû bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste beşdarî gerîla bibin; ji ber ku tekoşîna gerîla tekoşîneke bi rûmet û şeref e. Gava em dibêjin; ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji bo azadiya Rêberê xwe û ji bo azadiya xwe jî tekoşîn kirin şert e. Ji ber wê serkeftina Kurdistanê nêz e, rêya serketina destkeftiyên gelê Kurd pir in. Azadiya Kurdistanê nêz e, azadiya Rêbertiya me nêz e. Ji ber wê pêwîste ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê seferberiyekê bidin destpêkirin; tevlîbûnê xwe di nava gerîla de çêbikin. Ciwanên Merîwan yên herêma Komasî û Serşîv, Dîwandere, Sine hemû xwe bi rêxistin bikin û beşdarî nava refên gerîla bibin. xwedî li gerîla derbikevin gerîla biparêzin.”

‘WERIN RÊYA RAST’

Şevger bang li kesên rêya sîxûrtî û hevkariyê hilbijartine kir û got: “Mirovê ku dixwazin bibin cehş û cehştî bikin werin riya rast; dijmin çi bide we bila bide, em ji bîr nakin; pey hevrêyên me nekevin, pey gerîla nekevin û werin riya rast. Li gel gerîla cih bigrin li gel dijmin cih negrin, dibe neha hûn feqîr bin dijmin hinek pere bide we lê ji me re mirovatî pêwîste, manewiyat pêwîste dîrokekî civaka Kurd heye, werin gel gerîla cih bigrin û xwe bidin efûkirin û li gel dijmin cih negrin, ger ku tiştek jî ji destê we nayê di mala xwe de birûnên û xwedî li gerîla derbikevin. Ji ber ku hêzekî ku piştevaniya we bike gerîla ye.

Em bawerin ku hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê mil bidin hev, xwe bi rêxistin bikin, beşdarî nava refên gerîla bibin. Ciwanên me ji ber ku ‘Dem Dema Azadiya Rêber APO ye’ ji ber wê pêwîste gelê me bi wê kelecanê vê bijî û pêşengatiya wê jî ciwan bikin.”