Şervanên YPJ'ê bi çekên giran li dagirkeran dan

YPJ'ê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyek kirin. Di encamê de gelek ji leşker û çeteyên Tirk mirin.

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Serêkaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi çekên giran çalakiyek kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêngava Cenga Rojava li bajarê Serêkaniyê di roja şeşemîn de bi berxwedaneke dîrokî didome. Li eniyên Rojhilat û Rojavayê bajêr, her wiha li xeta sînor bi xwe jî şer pir dijwar diqewime. Şervan bi fedekarî û lehengiyeke mezin bersiv didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervanên YPJ û QSD'ê li dijî komên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker îro saet 11:30'î bi çekên giran çalakiyek pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê ji dagirkeran gelek kuştî û birîndar hene, lê hejmara wan nehate tespîtkirin.

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê dîmenê çalakiyê weşand.